Di çalakiyên edaletê de xwedî li Kobanê hat derketin

Di çalakiyên edaletê de xwedî li Kobanê hat derketin

Di çalakiyên edaletê yên li dû qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez destpê kirin de, xwedî li berxwedana Kobanê hat derketin.

HAMBURG: Li bajarê Elmanya Hamburgê, mîtînga "Hûn bêdeng in ji ber ku hûn sûcdar in" bi beşdariya zêdeyî du sed Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Girseya gel a li ser banga Meclîsa Jinê ya Rojbîn li hev kom bû, ji bo sê jinên şoreşger ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, edalet xwestin. Di axaftinan de êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku xwîna sê jinên şoreşger wê li erdê nemîne. Di axaftinan de bal hat kişandin ser hevkariya dewleta Tirkiyeyê ya bi çeteyan re û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.

MUNCHEN: Li ber Konsolosiya Fransayê ya li Munchenê, hejmareke zêde Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" çalakiya edaletê lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hildan û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin. Çalakgeran bêdengiya li ser komkujiyê rexne kirin û diyar kirin ku heta komkujî bê ronîkirin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Di çalakiyê êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê hat şermerzarkirin.

STUTTGART: Li Stuttgartê jî, çalakiya edaletê ya vê hefteyê li konê piştevaniya bi berxwedana Kobanê ya li Schlossplatzê destpê kir. Çalakgerên bi dirûşma "Em hemû Sakîne ne, hemû Leyla û Rojbîn in" meşiyan, desteguleke reş danîn ber Konsolsoiya Tirk û dûre li ber Konsolosiya Fransayê civiyan. Di çalakiya ku Însiyatîfa Jinê ya Heilbronê destek dayê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.