Di çalakiyên 1’ê Gulanê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Di çalakiyên 1’ê Gulanê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Di çalakiyên 1’ê Gulanê yên li Ewropayê hatin lidarxistin de ji bo azadiya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê yên li bajarê Delemont a Swîsre û paytexta Yewnanîstan Atenayê bûn ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin.

Kurdên li bajarê Delemont a Swîsreyê piştî 5 salan cara yekemîn bi rengê xwe tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûn û di qada çalakiyê de li rastî eqeleyek baş hatin. Kurdan di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 500 îmze berhev kirin.

Piştî meşa bi beşdariya bi sedan nunerên partiyên siyasî, endamên meclîsa Kandonê, sendîka û saziyên sivîl a li bajarê Delemontê bi boneya 1’ê Gulanê hate lidarxistin, pêk hat, şahiyek hate pîrozbahiyê hate lidarxistin. Kurdistaniyên li Delemontê dijîn piştî 15 salan cara yekemîn bi pankartên bi Kurdî û Fransî ya bi awayê “Bijî 1’ê Gulanê”, alên KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî çalakiya 1’ê Gulanê bûn. Di çalakiyê de Kurd bi awayeke baş hatin pêşwazîkirin.

Girseya ku li ber Gara Delemontê li hev kom bûn, heta ber avahiya Navenda Çandê ya Şaredariyê bi pankarta “Vive Le Premier Mai, Bijî Yekê Gulanê” meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşimên weke “Vive Le Premier Mai,  Bijî Yekê Gulanê, Liberté pour Öcalan” hatin qêrîn. Di meşê de Swîsreyî jî dirûşimên bi kurdî gotin û Efrîkayî jî tevî Kurdan posterên Ocalan hilgirtin.

Piştî meşê li Navenda Çandê ya Şaredariyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser krîza aborî ya ku her ku diçe berbelavtir dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku weke her carê mexdûrên herî mezin ên van krîzan dîsa kedkar in. Piştî axaftinên hatin kirin, çalakî bi stranan berdewam kir.

Di çalakiyê de Înîsiyatîfa Gel a Delemontê di çarçoveya kampnayaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” de ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin. Tevî parlementerên Kantonê û nunerên sendîkayan 500 kesan îmze dan.

Her wiha, li paytexta Yewnanîstan Atenayê jî, Kurd bi awayeke xurt tevlî çalakiya 1’ê Gulanê bûn. Kurdistaniyan di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan bi qasî 2500 îmze berhev kirin.