Di çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’ de tecrîd hat protestokirin

Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Wanê hate lidarxistin de tecrîd hat protestokirin.

Malbatên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayên wergirtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku pankartên “Deng bide zindanan” û “Tecrîdê bi dawî bike” hate hilgirtin de rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yakûp Almaç axivî. Almaç, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bûye û bang kir ku divê demildest dawî li vê polîtîkayê bê anîn. Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar ê pişt re axivî, qala xespa vînê ya li Colemêrgê kir û da zanîn ku dewlet înkarkirina gelê kurd bi tayînkirina qeyûman didomîne.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî pişt re bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.