Di çalakiya Dayikên Şemiyê de çîroka Tahîr Koçu hat vegotin
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de çîroka Tahîr Koçu hat vegotin
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de çîroka Tahîr Koçu hat vegotin
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û çîroka Tahîr Koçu k udi 1995’an de dema şivanî dikir hate wendakirin vegotin. Endamê BDP PM Alî Damar axivî û got: “Ger mirov bixwazin hinek tiştan bidest bixin divê mirov bedelên mezin bidin û têkoşînek mezin bidin. Heta dawiya dilopek xwîna me em dê ji bo aştiyê têbikoşin.
Çalakiya dayikên Şemiyê ya Cizîrê vê hefteyê li ber Lîseya Czirê pêk hat. Xizmên wendayan wêneyên zarokên xwe hildan. Endamê BDP PM Alî Damar, şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, endamên şaredariyê û nûnerê MEYA-DER’ê tevli bûn. Vê hefteyê zarokek keç ya ku wêneyê dapîra xwe di stuyê xwe de taliqandibû balkişand.
Her wiha çîroka Tahîr Koç hat vegotin. Hevsroka Koçu, Fatma Koçu got hevserê wê bi şivantiyê debara 7 zarokên xwe dkir û got dema şivantî dikir hatiye girtin û kuştin. Fatma Koçu da zanîn ku ligel hemû hewldanan kujerên hevserê wê dernektiye holê.
Alî Damar jî axivî û got dê gelê kurd dê hesabê vê komkujiyê bipirse û heta dawiya dîlopeke xwîna xwe dê tÊbikoşe.
Damar got niha parlamenterê BDP’ê bo hevdîtina bi Ocalan re çûne Îmraliyê û got ger aştî pêk were divê ewil daxwazên gelê kurd bên pêkanîn.
Piştî axaftinan çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan pêk hat.