Di bûyerên ku li DYE’yê rûdan de herî kêm 44 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin bûyerên ku piştî kuştina welatiyekî reşik ê ji aliyê polîsan ve li bajarê Charlotte yê girêdayî eyaleta Bakurê Karolîna ê DYE’yê û şûn de her ku diçe mezin dibe.
Hat ragihandin bûyerên ku piştî kuştina welatiyekî reşik ê ji aliyê polîsan ve li bajarê Charlotte yê girêdayî eyaleta Bakurê Karolîna ê DYE’yê û şûn de her ku diçe mezin dibe.
Hat ragihandin bûyerên ku piştî kuştina welatiyekî reşik ê ji aliyê polîsan ve li bajarê Charlotte yê girêdayî eyaleta Bakurê Karolîna ê DYE’yê û şûn de her ku diçe mezin dibe. Di xwepêşandanên ku ev 2 şev in tên li dar xistin de herî kêm 44 kes hatin binçavkirin.
Welatiyekî reşik ê 43 salî roja Sêşemê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Şerê ku di navbera gelê ku ji bo bûyerê protesto bikin daketibûn qadan û polîsan de derketibûn heta saetên sibehê jî dewam kirin.
Têkildarî bûyerê şefê polîsên herêmî Kerr Pûtney daxuyaniyek da. Pûtney anî ziman ku di bûyeran de herî kêm 44 kes hatine binçavkirin.
Li DYE’ya ku her sal bi deh hezaran kes bi çekan tên kuştin, ji serê sale ve jimara kesên ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin gihişte 706’an.