Di bîranîna şehîdan de xiyanet bi tundî hate şermezarkirin

Li Elmanya, Fransa û Rûsyayê, şehîdên Cotmehê hatin bîranîn.

Li Elmanya, Fransa û Rûsyayê, şehîdên Cotmehê hatin bîranîn.

HAMBÛRG

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn.

Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya li vir axivî, şehîd bi bîr anî û destnîşan kir ku xeta Bêrîtan jehrkuja xiyanet û nokeriyê ye.

Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê Ayten Dûrmûş jî got, "Xwedîderketina li şehîdan ne tenê karê malbatên şehîdan e. Wan di ber me hemûyan de canê xwe dan."

Parlamentera berê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî bi navê NCDK'ê peyivî û got, "Şehîdan her bihosta axa welatê me bi xwîna xwe av dan û em gihandin serdema heyî. Xet û ruhê Bêrîtan, darbeya herî mezin a li dijî xeta nokerî û xiyanetê ye, ku îro Kerkûk pêşkêşî dijmin kiriye. Bêrîtan bi sekna xwe ya bi rûmet û bi şeref wê cihê xwe di dîrokê de bigire. Gelo ev xayinên ku welatê me pêşkêşî dijmin kirine, wê bi çi rengî cih di dîrokê de bigirin? Li dijî xiyanet û nokeriyê, divê em ji her demê bêhtir bibin yek."

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, Şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de Meclîsa Jinê daxuyaniyek da, bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serketina Reqayê silav kir.

Siyasetmedarê Kurd Hamît Xakurkê jî mafê axaftinê girt û diyar kir, ku ji bilî xeta berxwedan û xiyanetê li Kurdistanê rêyeke sêyemîn nîne.

Xakurkê got, "Eger hûn bi rengê Bêrîtanî li ber xwe bidin, kes nikare Kerkûk, Şengal, Mexmûr û Celawlayê ji we bistîne" û işaret bi serketina Kobanê û Reqayê kir. Xakurkê got, "Serok Apo parçeyê her gav, her pêşketineke li Rojhilata Navîn e. Eger tiştek bi wî bê, wê TC bibe cehnem."

MOSKOWA

Jinên Kurd ên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû bi bîr anîn. Di bîranînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate şermezarkirin.

Civîna bîranînê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê, li avahiya Mala Kurdan a Otonomiyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre li sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Karataş hate temaşekirin.

Endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê -Viyan Natella Nabiyeva piştre axivî û got, "Jinên Kurd di hin serdemên têkoşîna azadiyê de bi roleke dîrokî rabûne. Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe, xeta xiyanetê qebûl nekir û azadî hilbijart. Jinên Kurd ên îro li ser şopa wê dimeşin, li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê mohra xwe daîtinin binê serketinên girîng. Bi ruhê Bêrîtan, wê jinên Kurd li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê bi ser bikevin."

Nabiyeva di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ev demeke dirêj e gelê Kurd agahiyê ji Rêberê xwe nagire, lewma der barê tenduristiya wî de bi fikar e. Tecrîd û êşkenceya li girava Îmraliyê tê kirin, di sedsala 21'ê de li ti girtîgehê nîne. Li dijî van pêkanînên li derveyî mirovahiyê, ku rûmeta mirovahiyê bin pê dikin, em bang li gelê Kurd û hemû mirovên pêşverû dikin ku rabin ser piyan. Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin."