Di bin navê demboriyê de ‘îşkencekar’ tên parastin

Di bin navê demboriyê de ‘îşkencekar’ tên parastin

Li Amed û Amayayê dozên kubi daxwaza îşkencekarên 12’ê îlonê bên darizandin hatin vekirin, bi hinceta demboriyê hatin xistin. Parêzer Arîf Alî Cangi diyar kir ku biyar li dij hiqûqê ye û got sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê.
Her çiqas Fermandarê Giştî demî Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî Tahîn Şahînkaya yên ku darbeya 12’ê îlonê pêk anîn cezayê darvekirinê girtin jî bêhiqûqiya 12’ê îlonê didome.

DEWLET ÎŞKENCEKARA DIPARÊZE

Piştî referandumê li Amedê nêzî 2 hezar kesî serî li Serdozgeriya Amedê da û ji berpirsên demî yên girtîgeha Amedê gilî kiribûn. Lê heta îro nêzî hezar 500 serlêdan ji ber demboriyê bi biryara bêşopandinê encam bûn. Bi vî awayî jî derbarê berpirsên ku îşkenceyên dijmirovane pêk anîn de jî riya darazê hat girtin.

Li aliyê din li Amasyayê  kesê bi navê Hasan Kaplan yê di darbeya 12’ê îlonê de îşkence dît, doz vekir û Dadgeha Cezaya Giran a Amasyayê biryara xistina dozê da.

BIRYAR LI DIJÎ QANÛNÊ YE

Parêzer Arîf Alî Cangi diyar kir ku biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye û got li gorî xala 77’emîn ya TCK’ê ya hejmar 5237’an, bi awayekî sîstematîk li ser mirovan îşkence kirin sûcê li dij mirovahiyê ye û ev sûc jî nakevin ber demboriyê.  Cangi got bi vê biryarê qanûn hat binpêkirin.

Cangi biryarê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bibîr xist û got: “Li gorî biryarên DMME’ê peywirdarên cemawerî yên ji îşkence û pêkanînên xerab tên sûcdarkirin, ji efû û demboriyê fêdeyê nagirin.”
Cagin bi lêv kir ku ji bo ku 12’ê îlonê bê ronî kirin divê sûcdar bên darizandin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê 12’ê îlonê bê darizandin.