Ji ber sedema îxbara bombeyê di balefira sefera Antalya-Stenbolê de lêgerîn hate kirin. Kesê ku hate gotin li ser wî bombe heye hate binçavkirin.
Balefire sefera Antalya-Stenbolê dike ya hêjmar 223 ya aydê Onur Air, ji ber îxbara rêwiyekê “li ser min bombe heye” bilezgîn danî Balefirgeha Ataturk.
Di operasyona li ser balefirgeha li cihekî biewle hatî parkirin de, kesê îxbara bombeyê kirî hate binçavkirin. Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû diyarkir ku, kesê ku îxbar kir li pêşiya rêwiyên dihatin xwar dibû asteng, lê belê li ser wî madeyê teqemenî nehatiye dîtin. Mûtlû destnîşan kir ku, revandina balefirê yan jî xwestin bibin cihek din, tiştek wisan tuneye.