Di avahiya Navenda Giştî a SPD’ê de xwepêşandana protestoyî
Komek Kurdistanî li Paytext Berlîn a Almanyayê, li avahiya Navenda Giştî ya SPD’ê ya hevkarê hikûmeta Koalîsyona Almanya ye, dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê protesto kirin.
Komek Kurdistanî li Paytext Berlîn a Almanyayê, li avahiya Navenda Giştî ya SPD’ê ya hevkarê hikûmeta Koalîsyona Almanya ye, dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê protesto kirin.
Komek kurdistanî li avahiya hevkarê hikûmeta koalîsyona Almanya a Navenda Giştî ya SPD’ê de çalakiye lidar xisitn. Kurdistaniyên ku li hemberî hemû qetlîamên ku dewleta Tirk li Kurdistanê kirî de çekên Alman hatine bikar anîn bertek nîşan da û li avahiya Navenda Giştî a SPD’ê, bi vekirina alên YPG/YPJ û PYD çalakiye lidar xisitin.
Di çalakiya dirûşmên “SPD alikarî dike, Tirkiye bombebaran dike”, “ Panzerê Alman ji Efrînê bi cehinime”, “Merkel piştgirî dike, Erdogan dikuje” hatîn berz kirin de, hevserokê DKTM a Berlînê Yeko Ardil axivî û got: “SPD partiyeke bi salane li Almanya hevkarê hikûmetê ye û di hemû polîtîkayên tên meşandin de cih digire. Erdoganê faşîst û dewleta Tirk bi alîkariya aborî û alîkariya çekan a Almanya li Efrînê zarok û jinan qetil dike.”
Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.