Di 24 demjimêran de nêzî 500 penaberên Sûrî gihan Îtalyayê

Di 24 demjimêran de nêzî 500 penaberên Sûrî gihan Îtalyayê

Hate ragihandin ku, di nava 24 demjimêrên dawî de piraniya wan Sûriyeyî nêzî 500 penaber gihan peravên Îtalyayê.
Komek ya 170 kesî ku dibêjin hemwelatiyên Sûriyeyê ne, şeva Înê 50 km mayî ji peravên Calabria ên dikeve başûrê welat hatin rizgarkirin. Li gorî ewlekariya peravê paneberên ku nêzî 50 kes ji wana jin û zarokin, li keştiyekî ya ewlekariya peravê siwar kirine û birine Rocella Lonica ya dikeve başûrê Calabriayê.
Koma duwem ya 300 kesî ku dîsan piraniya wan ji Sûriyeyê ne û hinek ji wan ji Misrê ne jî 120 km dûrî peravên Sîcîlyayê hatin tesbît kirin. Hate diyarkirin ku, ji vana 200 kes birin Syracuse ya Sîcîlyayê û ên din jî birin peravek din ya Sîcîlyayê.
 Komîsertiya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) aşkera kir ku, penaberên Sûriyeyê ku piraniya wan li ser Misrê re hatine, hêjmara wan pir e. Berdevkê UNHCR’ê Adrian Edward roja Înê daxuyaniyek da û aşkera kir ku, tenê di sê rojên dawî de bi keştiyan 3 hezar û 300 penaberên Sûriyeyê gihane Îtalyayê. Ji serê salê ve jî 4 hezar 600 kes hatine. Di sala 2012’an de 369 penaberên Sûriyeyê hatibûn Îtalyayê.
Edwards sedema ku penaber li ser Misrê re koç dikin jî diyarkir ku, ji ber ku meha borî hinek rewş hatin guhertin û girtina vîzeyê zehmet ket, vê jî rê li ber lêgerîna rêyên din kir. Edwards got: “Niha li Misrê 80 hezar penaberên Sûriyeyê ji aliyê UNHCR ve hatine qeydkirin lê jimara rast, 250 hezar e.”
Bigiştî piraniya wan hemwelatiyên Sûriyeyê ên xwe avêtine welatên cîran, zêdetirî 2 milyon Sûriyeyê ji aliyê UNHCR ve weke “penaber” hatine qeyd kirin.