BI DÎMEN

Di 2’yemîn salvegera şehadeta Dilara, Ronahî û Kobanê de soza tolhildanê hate dayîn

Li ser gora şehîd Dilara, Ronahî û Kobanê, soza tolhildanê û berxwedanê hate dayîn.

SÊ TÊKOŞER LI SER GORA XWE HATIN BÎRANÎN

Di 20’ê Nîsana 2022’yan de di êrîşa bi balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de her sê jinên berxwedêr Ronahî Kobanê (Rodîn Ebdilqadir Mihemed), Dilara Heleb (Raniya Henan) û Kobanê (Cîhan Nîdal Elî) şehîd bûn.

Îro her sê jinên têkoşer di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Cîgira Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn soza şopandina riya şehîdan da û got: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê re xeta xwe ya azadiyê berdewam kir. Îradeya jin di her warê de ji aliyê desthilatdariyê ve jî çavkaniya tirsê ye. Lewma jî dewleta Tirk ji wan serkeftinên dîrokî yên jin ditirse û jinên têkoşer dike hedef. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê xeta azadiya jinê berdewam bikin û em ê tola wan hilînin."

Piştre jî dirûşmeya dilsoziya bi şehîdan re hate berzkirin.