Di 2 rojan de 4 jin hatin qetilkirin!
Di 2 rojan de 4 jin hatin qetilkirin!
Di 2 rojan de 4 jin hatin qetilkirin!
Li Tirkiyeya ku li gor nûçeyan 7 mehên destpêkê yên 2014’an de herî kêm 162 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin, Meclîsên Jinan ên DBP’ê Tirkiye wek “goristana jinan” terîf kiribû.
Nûçeyên vê terîfê piştrast dikin li pey hevdu tên. Tenê di 2 rojan de li Mersînê Duygu Bayrak, li Edeneyê Halîme Yelmez, li Mûşê Nezahat Yolcu û li Sêrtê jineke ciwan a 17 salî ku navê wê nehat zanîn ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.
Li gundê Kuştiyan ê girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê kesê bi navê Abdusselam Yolcu hevsera xwe ya dayika 7 zarokan Nezahat Yolcu di hundirê taksiya tîcarî de bi çeka pompayî qetil kir.
Cenazeyê Yolcu wê îro ji aliyê girseyeke ku di nav wan de Hevşaredarên Kopê, Aktîvîstên DOKH’ê, hevserokên rêxistina DBP’ê ya Kopê jî hene ji aliyê welatiyan ve wê bê veşartin.
Di 7’ê Îlonê de Hasan Yelmez li Edeneyê hevsera xwe Halîme Yelmez bi destê xwe fetisand,
8’ê Îlonê jî li navçeya Mezîtlî ya Mersînê kesê bi navê R. T. destgirtiya xwe Duygu Byrak (20) bi çifteya nêçîrê qetil kir.
Li Sêrtê jî jineke ciwan a 17 salî ya navê wê nehat zanîn li mala xwe bi çifteya nêçîrê hat qetilkirin.
JINA PENABER YA LI KAMPA AFADÊ RASTÎ TECAWIZÊ HAT
Di 1’ê îlonê de li navçeya Mîdyad a Mêrdînê li kampa AFAD’ê ya girêdayî Serokwezîrtiyê jineke penaber a Sûriyeyî rastî tecawiza ajokar Ahmet Toprak hat.
Jina 26 salî ya nexweşa epîlepsî heman şevê dawî li jiyana xwe anî.
DI MEHA TÎRMEHÊ DE 33 JIN HATIN QETILKIRIN
Li gorî bîlançoya Bîanetê ku ji çapemeniyê berhev kiriye, di 7 mehên destpêkê yên salê de 162 jin hatin kuştin; 61 jin û zarokên keç rastî tecawizê hatin; 362 jin rastî şîdetê hatin; 61 jin û zarokên keç rastî tacizê hatin.
Di meha Tîrmehê de jî 33 jin hatin qetilkirin. 4 jin û zarokên keç jî bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anîne.