'Di 10 salên dawî de wesayîtên zirxî 36 kes qetilkirin'

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî welatiyên di 10 salên dawî de bi wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran hatin kuştin rapor amade kir

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî bûyerên 10 salên dawî yên wesayîtên zirxî ku li herêmê bûne sedema kuştina welatiyan rapor amade kir. ÎHD'ê bûyerên wesayîtên zirxî yên di navbera salên 2008-2018'an de kom kir û bi sernavê "Rapora Lêkolîna Mafên Jiyanê ya Di Encama Lêxistina Wesayîtên Zirxî yên li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat" bi raya giştî re parve kir.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun rapor parve kir û diyar kir ku ji ber di 35 salên dawî de şerekî nivco li herêmê didome, taxrîbatên giran ên civakî li pey xwe hiştiye. Zeytûn, da zanîn ku li gorî daneyên ne fermî zêdeyî 50 hezar mirovan di vî şerê nivco de mirine. Zeytûn, anî ziman ku ev şerê heyî raste rast bandora xwe li ser jiyana mirovên sivîl û mafê jiyanê dike û wiha got: "Di rewşa şerê çekdarî de binpêkirina mafan zêde dibe û mafên mirovan nayê parastin. Yek ji binpêkirina mafan jî bi navê “ewlehiyê" wesayîtên leşkerî û polîsan li nava bajar zêde bûne û bûne sedema kuştina gelek welatiyan. Li gorî ve yekê di nava 10 salên dawî yên ku me tespît kirine tabloyek giran li pêş çavan radixe.

Zeytûn da zanîn ku di 10 salên dawî de herî kêm li herêmê 63 bûyerên bi wesayîtên zirxî rû dan û di van bûyeran de 16 jê zarok, 6 jin, 14 mêr bi giştî 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Di van bûyeran de herî kêm 85 welatî birîndar bûne û hinek ji wan di milê fîzikî de seqet mane."

ÎHD'ê di raporê de cih dan çend mînakan û minak wiha rêz kirin:

“Di 14'ê Hezîrana 2017'an de li navçeya Lice ya Amedê wesayîta zirxî ya leşkeran  li pîra 85 salî Pakize Hazar qeliand û pelçiqand û kuşt.

Di 27'ê Nîsana 2016'an de li navenda Amedê li ser rêya Gevranê Hatun Elhuman a 55 salî bi wesayîta sirxî hat kuştin.

Di 3'ê Gulana 2017'an de li Taxa Karşıyaka ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê panzera polîsan li xaniyê malbata Yildirim qeliband û di malêde birayên hev Muhammed ê 7 salî û Furkan Yildirim "e 6 salî kuştin.

Di 15'ê Mijdara 2015'an de li Navçeya Nisêbînê polîsan ji wesayîta zirxî ya kabro gule berdan û welatiya ducanî Selamet Yeşilmen li ber deriyê malê kuşt.

* Di 19'ê Sibata 2016'an de li kolana Çax Çaxê ya Navçeya Nisêbinê polîsên di wesayîta zirxî de gule reşandin û Dilşa Ak a 59 salî kuştin.

* Di 30'ê Tebaxa 2016'an de Li taxa Xaçortê ya Wanê tîmên taybet ên di wesayîta zirxî de gule reşandin û Mustafa Duman ê 17 salî kuştin.

* Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ji wesayîta zirxî gule reşand û di gulebaranê de welatî Aydin Tümen, Serhat Buldan, Rahmi Sefali û Nejdet Îşozu mirin.

Zeytûn, diyar kir ku li gel delîl û şahid diyar dikin ku bûyer bi zanebûn pêk hatiye jî bersûc nayên cezakirin û ev yek rê li pêş bûyerên din vedike. Zeytun, destnîşan kir ku ji ber bi salan e li herêmê şer heye rê li pêş îhlala mafê jiyanê vedike û wiha bi dawî kir: "Bi vê raporê em armanc dikin ku talûkeya şer a li ser mafê jiyanê û rê li pêş îhlalên mafên jiyanê bigirin. Mafê jiyanê pîroz e. Em vê yekê di her demê de tînin ziman. Ji bo mafê mirovan bê parastin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin tekoşîn û xebatên me wê berdewam bike."