DGH û DGK-H’ê gelek çalakî li dar xist

DGH û DGK-H’ê ji bo bîranîna şehîd Egîd Civyan gelek çalakî li dar xist û diyar kir ku wê hesap ji desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevkarê wan bipirsin.

DGH û DGK-H’ê ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Egîd Civyan hin çalakî li dar xist.

DGH û DGK-H’ê daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 7-17’ê Cotmehê de Yekîneyên Şehîd Êrîş Mordem li Farqîna Amedê çalakî li dar xistine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî sazî û kesên faşîst û hevkarên wan ev çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev çalakî hatine lidarxistin:

“Di 7’ê Cotmehê de saet di 23.00’an de li Taxa Ferîdûnê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li alaya leşkerî hate xistin.

Di 10’ê Cotmehê de li dijî îstasyona bazê ya li Fîdanketê çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê îstasyona bazê îmha bûye.

Di 13’ê Cotmehê de saet di 09.30’an de li Taxa Baglarê li wesayîta kesekî AKP’yî hate xistin û bi bombeyên destan hatine amadekirin li mala wî hate xistin.

Di 17’ê Cotmehê de jî saet di 21.00’an de li sîteya sanayiyê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li wesayîta zirxî ya Ûralê hate xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî derb xwar û hejmara dagirkerên hatine cezakirin, nehate zelalkirin.

Piştî van çalakiyên me, polîsan dora qadên çalakiyê girtin. Yekîneya Şehîd Êrîş Mordem bi selametî ji qadê vekişiya. Ev çalakî ji bo fermandarê HPG’ê Egîd Civyan ê şehîd hate lidarxistin û em soza xwe dubare dikin ku li her qadê em ê bi çalakiyên xwe fermandar Egîd Civyan bidin jiyîn. Em diyar dikin ku haya me ji polîtîkayên dewleta faşîst a AKP’ê heye û em ê ji van kes, sazî û polîtîkayan hesap bipirsin.”