DGH’ê û DGKH’ê bîlançoya çalakiyê eşkere kir

DGH’ê û DGKH’ê ragihand ku di nav çarçoweya pêngava ‘Serî Hilde’ de li gelek bajaran çalakî kirine.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGHK) ragihand ku çalakiyên ku li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê kirin bi mebesta salvgera 40’î ya PKK’ê kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

AMED

23’yê Mijdarê berêvarî yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Avesta êrîşeke bi bombeya deng bi ser Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê de pêk aniye. Di çalakiyê de leşkerên dijmin ên di kozika nobetê de bûne hedef. Piştî çalakiyê gelek leşkerên ekîbên dijmin bi ser wir de hatine şandin, yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet li cihê xwe vegeriyaye.

25’ê Mijdarê li Baxlar û Huzurevî bi ser markêtên ku weke zincîra markêtê ya hikûmeta AKP’ê ya faşîst têne dîtin, bi ser A101 Û BÎM’ê çalakiyeke hevdem a bi bombeya dengê pêk hatiye. Di çalakiyê de ziyan gihaştiye markêtan. Yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Rêzan û Şehîd Çekdar ev çalakî pêk anîne.

27’ê Mijdarê ji ber salvegera damezirîna 40’î ya partiya me PKK’ê li gelek taxên Amedê pîrozbahiyên bi fîşekên hewayî pêk hatine. Di pîrozbahiyê de gel jî bi lîlandin û çepikan bersix daye.

27’ê Mijdarê li Baxlarê bombeyeke bi deng ber bi cihekî ve hatiye avetin ku diyar bûbû tiryak lê dihate firotin û her wiha çalakiya molotofî jî li dijî vê derê hatiye kirin.

WAN

18’ê Mijdarê li navenda Wanê kesekî bi navê K.D yê ku sîxûrî ji faşîzma AKP’ê re dikir, ji hêla yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Zerdest ve hatiye cezakirin. Her wiha, heman rojê, kesekî bi navê S.C, yê ku li taxa Suphanê ji bo çeteyên AKP’ê sîxûrî dikir ji hêla yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Sîdar ve hatiye cezakirin. Divê her kes baş bizanibe, lîsteya hemû hevkarên dijmin bi me re heye. Em baş dizanin ku hûn kî ne. Çi kesê ku îxanetê li gelê Kurdistanê dike wê bê hesab nemîne. Her kêlî hûn ê hilma ciwanên Kurd ên fedaî bibihîsin.

27’ê Mijdarê li Wanê, li navçeya Îpekyoluyê, yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Faraşîn bi ser sê deveran de ku hatibû tespîtkirin fihûş lê tê kirin girtine, şebekeya fihûşê ji hêla yekîneyên me ve hatine cezakirin. Çi kesê ku hewl dide rêgezên sincî yên civakê têk bibe di hedefa me de ne. Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger wê destûra asîmîlasyonê û fihûşê nede.

BAYBÛRT

Li Baybûrtê çalakiyeke bi molotofê li dijî Midûrîyeta Bajêr a Zad, Çandinî û Sewalkariyê hatiye kirin. Wesayiteke li midûriyetê îmha bû û her wiha avahiya ku midûriyet lê ye, gelekî ziyan dît. Çalakî ji hêla yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Zana ve hatiye kirin, yekîneya me piştî çalakiyê bi saxî û silametî hatiye ser cihê xwe.

STENBOL

Li Stenbolê Bayrampaşayê, bi ser kargeha şîrketeke ku hatibû tespîtkirin hevkarê AKP’ê ye çalakiyek ji hêla yekîneyên me ve hatiye kirin. Di çalakiyê de hevalekî me bi rengekî sivik birîndar bûye lê vegeriyaye ser cihê xebatê. Hevalê me yê birîndar rewşa wî baş e û li ser xebatên xwe ye. Di çalakiyê de li ser kargehê ziyaneke mezin a madî çêbûye.

Li Stenbolê, li Alîbeykoyê depoya ku dolaba qeşayê, cilşoyê û hwd. difiroşe ya şîrketeke ku hevkarê faşîzma AKP-MHP’ê ye ji hêla yekîneyên me yên Şehîd Harûn ve hatiye şewitandin. Di çalakiyê de depo hatiye rewşeke wiha ku êdî nema dikare were bikaranîn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi sax û silamet li cihê xwe vegeriyane.

25’ê Mijdarê li taxa Sultangazî ya Esentepeyê dema ku dijimn dewriye diçû, yekîneyên me çalakiye bi bombeya deng kirine. Di çalaikyê de dijminek hatiye birîndarkirin. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi silametî li cihê xwe vegeriyane. Heman şevê li nêzî parka Kemal Pîr bi ser wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep çalekiyeke bi bombeya deng hatiye kirin, piştî çalakiyê dijmin neçar maye ku ji qadê vekişe.

27’ê Mijdarê ji ber salvegera 40’î ya Partiya me yekîneyên me li Bagcilar, Sultangazî, Sarigazî, Umraniye, Okmeydani, Kadikoy û Beyogluyê bi fîşekên hewayî pîrozbahî kirine. Di dema pîrozbahiyê de gel jî lîlandiye û li çepikan daye.

ÇANAKKALE

Avahiyeke Şaredariya Bayramîçî ya Çanakklayê ji hêla yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Jînda ve hatiye şewitandin. Avahiya şaredariya AKP’ê bi temamî şewitiye. Yekîneyên me yên ku çalakî kirin bi silametî li cihê xwe vegeriyane.’’