DFG’ê: Adarê 6 rojnameger hatine destgîrkirin
DFG'ê ragihand meha Adarê rojanmegerek hatiye kuştin, 6 jê hatine desgîrkirin. Ceza li 11 rojnamegeran hatiye birîn.
DFG'ê ragihand meha Adarê rojanmegerek hatiye kuştin, 6 jê hatine desgîrkirin. Ceza li 11 rojnamegeran hatiye birîn.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” a meha adarê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku meha adarê jî di azadiya çapameniyê de li paş maye û rojnameger hedef hatine nişandan û ev nirxand hat kirin: “Armanca bingehîn a hedefnîşandina rojnamegeran girtina çav û guhê gel e. Desthilat dixwaze dîtin û bihîstina rastiyan a civakê asteng bike. Çavkaniya zextên li ser rojnamegeran ev daxwaza desthilatê ye.”
DAXWAZA BERDANA ROJNAMEGERAN
Di berdewama raporê de berdana rojnamerên ku di doza avêtina ji helîkopterê de girtî bûn hat bibîrxisin û hat xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamegeran bên bidawîkirin. Li gorî raporê, di meha adarê de rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine desrgîrkirin; li 11 rojnamegeran ceza hatiye birîn û dozên 106 rojnamegeran didomin.
Hemû binpêkirinên mafên li dijî rojnamegeran wiha hatine rêzkirin:
* Rojnamegerên ku hatine desgîrkirin: 6
* Rojnamegerên ku êrîş çûye ser wan: 1
* Rojnamegerên ku hatine kuştin: 1
* Rojnamegerên ku şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 3 bûyer