Dewleta Tirk wê dest deyne ser malên Ozgur Gundemê
Polîsên Tirk û ekîbên maliyeyê, ku cara duyemîn avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, ji bo malên rojnameyê yên li hundirê avahiyê desteser bikin, dor li avahiyê girtin.
Polîsên Tirk û ekîbên maliyeyê, ku cara duyemîn avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, ji bo malên rojnameyê yên li hundirê avahiyê desteser bikin, dor li avahiyê girtin.
Polîs û ekîbên maliyeyê yên dewleta Tirk, îro danê nîvro avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê, ku beriya niha hatibû girtin. Polîsên Tirk ji bo dest deynin ser hemû alav û malên li avahiyê, dor li avahiyê girtine.
Polîsan derabeya avahiyê bi zorê vekirin û nehiştin rojnamevan dîmenê vê bikişînin. Di navbera yek ji parêzerên rojnameyê Sercan Korkmaz û polîsan de ji bo demeke kurt nîqaş û alozî derket.
Korkmaz li ber polîsan rabû û anî ziman, nabe ku avahiya rojname li qadê wê yê duyemîn e, were desteserkirin. Polîs û ekîbên maliyeyê jî gotin, "Ferman ji me re hat dayîn, ku em tevahiya avahiyê radestî xezîneyê bikin. Eger hûn li ber radibin, hingî li cihê hûn dixwazin gilî bikin."
Korkmaz da xuyakirin, ku ya niha tê kirin ne qanûnî ye. Derdora cihê avahiya rojnameyê lê ye, ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ye.