Dewleta Tirk vê carê jî li ser sînorê Rojhilat dîwêr lê dike
Dewleta Tirk, piştî lêkirina dîwarê li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê, niha jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dîwêr lê dike.
Dewleta Tirk, piştî lêkirina dîwarê li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê, niha jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dîwêr lê dike.
Dewleta Tirk, ku ji ber fobiya Kurd dîwêr li dora xwe lê dike, piştî dîwarê ji 700 kîlometreyî yê li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê, niha jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dîwêr lê dike. Dewleta Tirk, ku bi planên mîna polîtîkaya Îskanê ya Osmanî û Plana Şark Islahat a komarê hewl dide Bakurê Kurdistanê bê Kurd bihêle, ji bo têkiliya Kurdan a bi parçeyên din bibire, dîwêr lê dike.
LI SER SÎNORÊ ROJHILAT DÎWÊR LÊ DIKE
Dewleta Tirk, piştî dîwarê li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê lê kir, niha jî ji bo dîwêr li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê lê bike, kete nava liv û tevgerê. Di qonaxa yekemîn a projeyê de, ku ji aliyê Wezareta Parastina Milî ya Tirk ve hatiye destpêkirin, wê li ser sînorê Îdir û Agirî dîwarê ji 140 kîlometreyî bê lêkirin. Îhaleya projeya lêkirina dîwêr, ji aliyê TOKÎ ve hat pêşkêşkirin. Di çarçoveya vê projeyê de, tê plankirin ku li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, mîna dîwarê li ser sînorê Rojava hate lêkirin wê blokên ji beton ên bi 3 metreyan bilind û 2 metreyan fireh bên çikandin.
DI MEDYA TIRK DE WEKE 'SEDÊ TIRK' HATIBÛ BINAVKIRIN
Dewleta Tirk, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava dest bi lêkirina dîwêr kir, di sala 2014'an de li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwarê ji 700 kîlometreyî kir. Ev dîwar ji Hatayê dest pê dike û heta Dêrikê, li 14 nuqteyên cuda hatiye lêkirin. Piştî Sedî Çînê yê ji 8 hezar 850 kîlometreyî û dîwarê navbera DYA-Meksîkayê ku tê plankirin 3 hezar û 500 kîlometreyî bê lêkirin, ev dîwar weke 'sêyemîn dîwarê herî dirêj ê cîhanê' tê dîtin. Balkêş e di medya Tirk de weke 'sedê Tirk' tê binavkirin.
Dewleta Tirk dixwaze, bi lêkirina dîwarê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê de Peymana Kasr-i Şîrîn a navbera Osmanî û dewleta Îranê, ku Kurdistan kire du parçe, bidomîne. Bi peymana Kasr-i Şîrîn re, ku di 17'ê Gulana 1639'an de har morhkirin, sînorê di navbera Osmanî û Îranê (Safewî) de hatin destnîşankirin, heta roja îro hate anîn. Tevî ku di ser re 400 sal derbas bûne jî, gelê Kurd ev sînor ti carî qebûl nekir. Dewleta Tirk, dîsa di meheke Gulanê de hewl dide vî sînorê hildiweşe biparêze.
Bi dîwarê li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê re jî hewl dide, sînorê bi Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê re biparêze, ku di 16'ê Gulana 1919'an de bi Sykes-Pîcot, di 24'ê Tîrmeha 1923'an re bi Peyama Lozanê re û di dawiya dawî de bi peymana 5'ê Hezîrana 1926'an re hatin diyarkirin.