Dewleta Tirk ‘Mîrateya Cîhanê’ bombe kir

Balafirên şer ên Tirk sîteya Bradê ya li nêzî Efrînê, ku di nav lîsteya ‘Mîrateya Cîhanê’ de ye, bombe kir.

Li gorî daxuyaniya Midûrtiya Giştîya Antîka û Mûzeyan a Sûriyê balafirên şer ên Tirk Çarşemê, bi şev sîsteya Bradê bombe kirin.

Ev sîte ji 2011’an ve di nav lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye. Midûrê Giştî Mahmud Hamud got bi bombeyên Tirkan gelek deverên sîteyê hatin hilweşandin. Di nav van de gora Ezîz Marûn jî heye, ku pêşengê civaka Marûniyan bû û her wiha Dêra Saînt Julîanos jî hate bombekirin.

YEK JI DÊRA HERÎ DÊRÎN A CÎHANÊ YE

Hamûd got ev dêr ‘yek ji dêra herî dêrîn a Xiristiyanan e ‘ û got ev dêr dawiya sedsala 4’an hatiye avakirin. Avaniya navborî 15 km dûrî Efrînê ye. Gora Ezîz Marûn 2002’yan ji hêla ardkolên Fransî ve hatibû dîtin.

YEK JI RÛPELA HERÎ XWEŞIK A DÎROKA XIRISTANIYÊ

Tirkiye ji 20’ê Çile ve, ku êrîşa dagirker li dijî Efrînê da destpêkirin, bi zanebûn û bi rengekî sistematik sivîlan, binesaziyên bajêr ên sivîl û avaniyên dîrokî dike hedefa kavilkirin û hilweşandinê. Çile perestgeha Hîtîtan, a bi mêjûya 3 hezar salî, ji hêla balafirên şer ên Tirk ve bi zanebûn hatibû bombekirin.

MOXOLAN JÎ EV NEKIR

Bajarê antîk ê Bradê, ku Çarşemê ji hêla blafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin, di nav we de li gel gora Ezîz Marûn, her wiha gelek bermahiyên Xiristiyên ên serdema Roma û Bîzansê jî vedihewîne.

Wezîrê Berê yê Midûriyeta Antîkayan Maamûn Abdulkerîm ji AFP’ê re got, ‘’Ev tesîst yek ji xweşiktirîn rûpela dîrokî ya dîroka Xiristiyaniyê ye. Sê dêr, yek manastir û kûleyeke bi dirêjî û firehiya 5 km’yan heye.’’ Abdulkerîm got, ‘’Moxolan jî ev tiş nekir.’’