Dewleta Tirk li Swêdê hat şermezarkirin

Terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne, li paytexta Swêd Stockholmê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin.

Terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne, li paytexta Swêd Stockholmê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên danê êvarê saet di 18:00 de li Parka Hûmlegarden a Stockholmê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Piştgiriya ji bo Kurdistanê", "Li Kurdistanê aştî, ji Ocalan re azadî", "Erdogan kujerê zarokan e", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.

Xwepêşandêran tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên ji komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê kiriye hilgirtin û di dema meşê de bi rêya hoparloran armanca çalakiyê vegotin.

Kurdistanî di meydana li pêşiya avahiya parlamentê derbas bûn û xwe gihandin Parka Kûngstradgarden. Çalakgeran li vê derê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dirûşme qîriyan.

Di xwepêşandanê komên Swêdî jî amade bû. Piştî stranên Serhedo, girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya û dawî li çalakiya xwe anî.

...