Dewleta Tirk li Moskowayê hate şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên HDP'î yên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Rûsya Moskowayê hate şermezarkirin.

Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Meclîsa Gel a Moskowayê bal kişand ser binpêkirina mafên Kurdan ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê kirin û tayînkirina qeyûman li şaredariyan şermezar kir.

Hevserokê Meclîsa Gel Refîkê Kamil di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, desteserkirina şaredariyan nîşaneya êrîşên nû ye.

Kamil anî ziman ku êrîşkarî û dijminatiya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan roj bi roj mezin dibe û got, "Divê gelê me li dijî vê zîhniyeta dij Kurd nirxên xwe biparêze û têkoşîna xwe geş bike. Dewleta Tirk a ku dema dawî li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê têk çû, dixwaze tola vê têkçûna xwe ji şaredariyên HDP'ê hilîne."

Kamil diyar kir desteserkirina şaredariyan ne tenê li dijî Kurdan e di heman demê de li dijî gelên Tirkiyeyê ye û got, "Lewma divê ne tenê Kurd her wiha gelên Tirkiyeyê hemû li dijî vê yekê tevbigerin. Em vê kiryara qirêj a dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi hêrseke mezin şermezar dikin."