Dewleta Tirk li Frankfûrtê hate şermezarkirin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Fiart Anli û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Fiart Anli û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Gîessen, Darmstadt, Offenbach û derdora wê bi qasî 2 hezar jinên Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
Meşê saet di 16:00 de li ber Frankfûrt Sud Bahnhofê dest pê kir û li piştre mîtîngek hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer li mîtîngê axivî û diyar kir, dewleta Tirk di şexsê Amedê de hewl dide mesajê bide gelê Kurd. Hezer got, "Divê hem Amed hem jî gelê tevahiya Kurdistanê bi berxwedanê bersivê bidin. Lazim e em li her ciî li ber xwe bidin û li ber çeteyên Qesrê rabin."
Nûnerên HDK Frankfûrt, Partiya Çep, YJK-E, Însiyatîfa Asli Erdogan û AABF li mîtîngê axivîn û li her cihî banga mezinkirina berxwedanê kirin.