'Dewleta Tirk êşkenceyê li cenazeyan dike'

Saziyên li Ewropayê ragihandin ku dewleta Tirk êşkenceyê li cenazeyên şehîdan dikin û Saziya Tipa Edlî jî veguheriye amûrê şerê psîkolojîk.

Saziyên demokrtîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê xwestin ku cenaze bên teslîmkirin û dawî li êşkenceya DNA'yê bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkaya êrişê ya topyekûn a dewletê ku li dijî hêzên welatparêz û şoreşger dimeşîne, li dijî cenazeyên welatparêz û şoreşgerên şehîd bûne weke şerekî fîzîkî û psîkolojîk dewam dike. Bi hinceta ku cenaze parçe bûne û wê testa DNA'yê bê kirin, cenaze bi hefteyan radestî malbatan nayên kirin, li goristanên bêkesan tên veşartin. Her wiha merasîmên cenaze dibin hedefa êrişên hov ên dîktatoriya faşîst."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Saziya Tipa Edlî veguheriye amûra şerê psîkolojîk û hate gotin, "Cenazeyên me tên parçekirin, şewitandin û bi erdê re tên kaşkirin."

BANGA JI BO ÇALAKIYÊ

Saziyan diyar kirin ku ji bo şermezarkirina van kiryarên dîktatoriya faşîst wê 10'ê Cotmehê saet di 15:00 de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyekê li dar bixin û banga tevlîbûnê kirin.

Agahiyên li ser çalakiyê:

"Dem: 10'ê Cotmehê, Şemî

Saet: 15.00

Navnîşan: 1 Allée des Droits de l'Homme, 67000 Strasbourg."

Saziyên ku bang kirin:

"AGEB  (Yekîtiya Kedkarên Koçber li Ewropayê)

BÎR-KAR (Platforma Biratiya Gelan a Yekîtiya Karkeran)

ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê)

AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê)

KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê)."