Dewleta Tirk bombe li herêma Bradostê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 10:20 de gundên Sinyan û Bindêwanyan ên herêma Bradostê û Xakurkê bombardûman kir.

RojNewsê ragihand ku ji ber bombardûmanê zerar li xwezayê û qada sivîlan bûye û elektrîka du gundan hatiye birîn.

Êvara Şemiyê saet di 23:30'î de jî gundê Sefre yê bajarokê Mawata yê Silêmaniyeyê bombe kiribû.

Balafirên şer ên bêmirov ên artêşa Tirk bombe li wesayitek û nexweşxaneya gund barandibûn.

Hatibû ragihandin ku di wesayitê de ya bû hedef hin kesan jiyana xwe ji dest dan, lê hejmar û nasnameya wan nehatibû eşkerekirin.