Dewlet piştî 19 salan li xwe mukûr hat: Me kuşt!

Dewlet piştî 19 salan li xwe mukûr hat: Me kuşt!

Di bûyera 1994’ê ya ku li Şirnexê pêk hat û di encamê de 40 kes hatin kuştin, sucê dewleta Tirk hate piştrastkirin. Hate îtîrafkirin ku komkujî di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a li hemberî gundan pêk hatiye. Parêzer Tahir Elçî ku mijarê dişopîne diyar kir ku piştî 19 salan dewletê qebûl kir ku ev sucê mirovahiyê ji aliyê wê bi xwe ve hatiye kirin û da zanîn ku dê ji bo darizandina berpirsan têbikoşin.

Rojek ji bo hilbijartina giştî ya 27’ê adarê mabû. Dewleta Tirk zextên dijwar bi rêbazên qirêj li hemberî gel pêk dianî. Di heman rojan de Parlementerên Kurd ên DEP’ê Orhan Dogan û Hatîp Dîcle, li ber deriyê Meclîsê ji aliyê polîsên sivîl ve hatin binçavkirin. Di civîna meclîsê de ya di heman rojê de siyaseta Kurd dihat hedefgirtin û mafê destnedanê yên parlementeêrn Kurd Orhan Dogan, Hatip Dicle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmût Alinak hate rakirin.

Dîrok 27 Adar. Ajansa Anadolûyê di got ‘li Qabîlê di du rojan de 28 kes mirin’. Lê roja 26’ê adarê zêdetirê 40 Kurdên sivîl ji aliyê balafirên şer ên artêaş Tirk ve hatibûn qetilkirin. Çapemeniya Tirk vê yekê qet nedît û hewl dida ka dê çawa biavêje stûyê PKK’ê.

JIN, ZAROK, PÎR Û KAL...

Serokê Baroya Amedê parêzer Tahir Elçî ku parêzeraiya wan gundiyan dike, diyar kir ku xizmên gundiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, serî li wî dane û ev bi salane dibêjin ku ev komkujî ji aliyê dewletê ve hatiye kirin. Elçî wiha axivî: “26’ê Adara 1994 li gundên Kuşkonar û Koçagili yên Şirnexê destpêkê helîkopter bi awayeke nizm difirin, piştre du balafirên şer gundiyan dikin hedef. Piraniya wan jin, zarok û pîr-kal, bi giştî ji her du gundan zêdetirê 40 kes jiyana xwe ji dest didin. Gundiyan dan zanîn ku kesên li gundê Kuşkonarê jiyana xwe ji dest dan di gorreke mezin de veşeratin. Yên ku li gundê Koçagiliyê jiyana xwe ji deda n jî tînin bajarokek nêzî Şirnex-Cizîrê.  Ji ber operasyonên leşkerî û zextan xelkê vir piranî koçberê Mêrsîn û Edeneyê dibin.

XWESTIN BIXIN STÛYÊ PKK’Ê

Elçî da zanîn ku berê otopsiya hin kesên li gundê Koçagili jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin û wî serî li îfadeya hin xizmên van gundiyan dane û got: “Lê bi temamî lêpirsîneke pûç hatiye kirin. Xwestine îfadeyên ne diyar werbigirin. Weke gotine ‘ji jor de teqemenî hatin û mirin’, îfadeyên wiha ne diyar, weke ku xwestine bûyerê biavêjin stûyê PKK’ê.”

Elçî da zanîn ku sala 2004’ê mexduran serlêdan kirine û bi vî awayî serî li dozgeriyê dane û got: “Dozgeriay Amedê biryara bêpeywiriyê da û şande Şirnexê. Ji Şirnexê jî şandin dadgeha leşkerî; piştre dîsa şandin Şirnexê û ji wir şandin Amedê... Dosyayê ji vir şandin wir û mijûl kirin."

BELGEYA HEWAVANIYA SIVÎL

Elçî diyar kir ku wan fêm kiriye ku bûyer di encama bombebaran balafiran de pêk hatiye, li gorî aghiyên ku bi dehan şahidan dane di encama êrîşa balafiran de pêk hatine. Elçî destnîşan kir ku Fermandariya Hêzên Hewayî û baregehên hewayî di bersiva ku dane de dibêjin ‘divê dîroka tê behskirin de tu firên wiha ên balafiran pêk nehatine”. Elçî got: “Ev dosye ji vê dîrokê ve li Dozgeriya Rayetaybet a Amedê dihat rawestandin. Me vê carê xwe gihand Wezareta Gihandinê û wezaretê jî tomarên firînan ên vê demê ji Midûriyeta Giştî ya Hewavaniya Sivîl xwest. Belgeyên ku Midûrieyta Giştî ya Hewavaniya Sivîl dan agahiyên ku şahidan dane piştrast kirin. Ji belgeyan pişrast bû ku balafiran li van her du gundên Şirnexê li rojhilat bakûrê rojava yê Şirnexê ango gundê Koçagili û Kuşkonarê , balafirên şer firiyane û bombeyên bihêz ên 21F4-2F16 hilgirtine. Ev yek jî bombebaranê piştrast dike. Koordînatorên hatine dayin jî ev yek piştrast dikin. Saet di navbera 10.50 û  11.00 de pêk hat. Midûrieyta Hewavaniya Sivîl jî piştrast dike ku li ser gundên Kuşkonar û Koçagili balafirên şer firiyane.”

RÎSKA DEMBORIYÊ

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî got: “Bi vî awayî bi belgeyan ev sucê li dijî mirovahiyê hatiye kirin, aşkere bûye” û da zanîn ku wana li dijî berpirsan serlêdan kirine û wiha axivî: “Me xwest ji bo girtina pîlotên balafiran, yêmn ferman dane wana, kar bê kirin. Lê xeteriya demboriyê heye. Ev sucê mirovahiyê divê bêyi ku li ber demboriyê bikeve, di mehê pêşiya me de bên lêpirsîn û ji bo vê yekê lêpirsîneke bê alî divê. Ji bo berpirs bên darizandin em ê hewl bidin.”