‘Dewlet li Roboskiyê bêedaletiya xwe berdewam dike’
Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê got: ‘’Ji qetilkirina 34 welatiyên me heya niha ku 19 ji wan zarok bûn, Meclîs, daraz, AYM û AIHM bi hev re bêedaletiyê dimeşînin.’’
Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê got: ‘’Ji qetilkirina 34 welatiyên me heya niha ku 19 ji wan zarok bûn, Meclîs, daraz, AYM û AIHM bi hev re bêedaletiyê dimeşînin.’’
Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê bi boneya 152’yemîn meha qetilkirina 34 welatiyan li pêşiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê daxuyaniyek da.
Endamê ÎHD’ê Tanjû Gunduzalp anî ziman ku ew 13 sal in ji bo edaleta ji bo Roboskiyê li ber xwe didin û got: ‘’Kesên di nava pergala dewletê de yên ku Qirkirina Roboskiyê pêk anîn, niha winda ne. Ev 657 hefte ne bi destê pergalê bêcezayiyek tê meşandin û ev 4 hezar û 627 roj in em bi hev re daxwaza edaletê dikin. Li Roboskiyê ji qetilkirina 34 welatiyên me heya niha ku 19 ji wan zarok bûn, rêveberên dewletê, Meclîs, daraz, AYM û AIHM bi hev re bêedaletî, bêhiqûqî û bêcezayiyê dimeşînin. Bi şer û birçîhiştinê civak nayê birêvebirin. Ev yek nîşaneya rewşa bêsiyasetbûnê ye.’’
Gunduzalp di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê lêgerînên xwe yên ji bo edaletê bidomînin û wiha pêde çû: ‘’Roboskî qirkirinek e. em dizanin ku em ê bêedaletî û bêcezayiyên di van qirkirinan de bi avakirina pergaleke aştîxwaz ya xwe dispêre wekhevî û mafên mirovan, bi dawî bikin. Bila neyê jibîrkirin ku cîhan û erdnîgariya me jî ji şerên dûrî mafên mirovan, bes bi armanca planên aborî û parvekirina çavkaniyan tên derxistin, para xwe xwe distînin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo Roboskî û hemû kesên ku di encama qirkirinan de jiyana xwe ji dest dane, bidomînin.’’