'Dewlet ji berxwedana li Îmraliyê ditirse, lewma bi her awayî êşkenceyê dike'

Ok destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Rêbertî li cihekî weke Îmraliyê 23 sal in li ber xwe dide. Dewleta Tirk ji vê berxwedanê ditirse, lewma bi her awayî êşkenceyê dike."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok beşdarî bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir. Ok bal kişand ser axaftina bi telefonê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25'ê Adarê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir û diyar kir, dewleta Tirk ji fikir, felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse, lewma dixwaze têkiliya wî ya bi raya giştî re bi temamî bibire.

Sabrî Ok bal kişand ser hin îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser înternetê hatin parvekirin û got, "Dewleta Tirk her agahiya li ser Rêbertî bi plankirî û hesabkirî parve dike. Beriya niha jî nûçeyên bi vî rengî hatin weşandin. Bi parvekirinên wiha re dixwazin vê yekê asayî bikin. Lê belê hem tevgera me hem jî gelê me nerazîbûneke mezin nîşan dan. Dewlet li pêşberî vê yekê bêçare ma û neçar ma ku bihêle bi telefonê biaxivin. Lê belê telefon di nîvî de qut bû. Rêbertî helwesteke gelekî bi wate nîşan da. Peyameke girîng da. Dewleta Tirk baş zane ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê tê çi wateyê."

Ok destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li cihekî mîna Îmraliyê 23 sal in li ber xwe dide û got, "Dewleta Tirk ji vê berxwedanê ditirse, lewma bi binpêkirina qanûnên xwe bi her awayî êşkenceyê dike. CPT çiqasî durû tevbigere jî jî herî dawî bal kişand ser tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê û xwest dawî li vê yekê bê anîn. Konseya Ewropayê jî di vî warî de daxuyanî da. Her wiha nerazîbûna gelê Kurd a li dijî tecrîdê bênavber dewam dike. Dewleta Tirk a ku li gel van hemûyan destûra hevdîtinê nade, bi rengekî kêfî dihêle ku axaftina bi telefonê bê kirin û vê jî di nîvî de qut dike. Ev hemû kiryarên şerê taybet in.

Em careke din dibêjin, heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurd azad nabe, Tirkiye jî demokratîk nabe. Dewleta Tirk jî baş bi vê yekê zane. Sedema van krîzan, sedema kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê ya li gelên Tirkiyeyê û bêhnçikandina li civakê, nêzîkatiya li Rêbertî ye. Heta ku Rêbertî azad nebe û pirsgirêka Kurd çareser nebe ev pirsgirêk wê dewam bikin."

'DEWLET LI BER SEKERATÊ YE'

Di dewama axaftina xwe de Sabrî Ok bal kişand ser nakokiyên li nava dewletê û got, "Ya esasî dewlet li ber sekeratê ye. Niha bi zorê li ser piyan dimîne. Rewşa aborî û siyasî li pêş çavan e. Civak jî ketiye rewşeke bêçare û bêhêvî. Tevî van hemûyan desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi fatûreyeke giran a li civakê biriye, hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne. Bêguman li derveyî desthilatdariya AKP û MHP'ê hin hêz û derdor hene ku dibêjin 'ev dewlet a min e, ez dewlet im' û bi vî rengî dengê xwe bilind dikin. Amîralên ku daxuyanî dan jî ji vê derdorê ye. Ji bilî amîralan hin hêz hene. Ev hêz û derdor dibêjin ku 'dewlet a me ye' û ji rewşa ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dewlet aniye aciz in. Mirov van dikarin weke hêzên dewletperest pênase bikin. Yanî derdora Kemalîst a dewletperest naxwaze ku dewlet di bin bandora terîqatan û civatan de bimîne."

'KES BI REJÎMÊ RE LI HEV NAKE'

Ok diyar kir ku kes bi rejîma heyî ya faşîst re li hev nake, pê re nakok e û got, "Her kes dibêje ku rewş bi vî rengî nameşe. AKP'ê temamiya stratejî û siyaseta xwe li ser tunekirina tevgera me ava kir. Polîtîkaya xwe ya derve, aboriya xwe, siyaseta xwe, hemû hewldanên xwe li ser qedandina tevgera me meşand. Bêguman ji ber ku di vê mijarê de encama dixwest bi dest nexist, fatûreya vê yekê li wan giran bû. Niha li qada navneteweyî bi hin hewldanan dixwaze li ser piyan bimîne. Bi mijara Peymana Tengavan a Montro re tişta dixwaze bike ew e ku dixwaze xwe li ber dilê DYE'yê şîrîn bike. Bi gotineke din dixwaze tawîzê bide DYE'yê. Ev generalên teqawît jî dibêjin ku ev peyman ji bo Tirkiyeyê peymaneke girîng e.  Ji ber vê yekê bi fikar in ku bi Rûsan re rewşeke neyînî rû bide. Naxwe daxuyaniya wan ne ji bo demokrasî, azadî yan jî mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ne. Yanî ev rewş nîşan dide ku nakokî û şerê nava dewletê zêde bûye.

Piştî vê daxuyaniyê desthilatdariya AKP-MHP'ê hîn jî bi siyaseta mexdûriyetê hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Bêguman ev dereweke mezin e, ji ber ku mexdûriyeteke ku ew qalê dike nîne. Ti darbeyek jî li holê nîne. Lê belê nakokiyên li nava wan zêde bûye."

'MUXALEFETA BINGEHÎN A LI TIRKIYEYÊ HDP YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku li Tirkiyeyê muxalefeta esasî HDP ye û wiha dewam kir, "Yanî ya ku bi rastî jî muxalefeta demokratîk dike, mafên jin, ciwan û hemû beşên civakê diparêze, temsîl dike HDP ye. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi vê zane. Lewma bênavber êrişî HDP'ê dike. Partiyên din, CHP û ÎYÎ Partî eger bi rastî jî muxalefet kiribûna, desthilatdariya AKP û MHP'ê nikarîbû rojekê jî li ser desthilatdariyê bimîne. Eger partiyên siyasî hemû li hev bicivin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bêjin ku AKP û MHP mîna çîftlîkekê welêt bi rê ve dibe, di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere, nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin, desthilatdariya AKP û MHP'ê nikare rojekê jî îdare bike. Lê vê nakin. Çima vê nakin? Ji ber ku di rehê wan de, di kevneşopiya wan de çanda demokrasiyê nîne.

Bi taybetî di meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de gelekî ditirsin. Yê ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevdigere û helwesteke bi wêrek nîşan dide HDP ye. Lewma êrişa ku li wan nekiriye nema ye. Herî dawî Omer Farûk Gergerlîoglû girtin. Gergerlîoglû mirovekî bi rûmet e, di nava her şert û mercî de mafên mirovan diparêze. Bi destê polîsekî êşkencekar ê ku wî ew xistibû rojevê, bi darê zorê ji mala xwe hate girtin. Yanî dewlet dewleteke bi vî rengî ye. Armanca wan ew e ku dest li dijî desthilatdariyê gotinekê nebêje. Hewl dide her kesî bêdeng û bêîrade bike. Di vir de ya ku îradeya herî mezin nîşan dide HDP ye. Zanin ku eger HDP'ê ji holê rakin wê pêşî li wan vebe. Gleekî girîng û bi rûmet e ku HDP vê berxwedana xwe, vê helwest û sekna xwe dewam bike. Divê ji xwe bawer bin, sekna xwe dewam bikin."

'PÊWÎSTE DAYIKA ŞENYAŞAR BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN'

Sabrî Ok bi dewamî bal kişand ser berxwedana malbata Şenyaşar a ji bo edaletê û got, "Dayikek extiyar tevî kurê xwe 24 saetan li ber avahiya edliyeyê rûdinên û daxwaze edaletê dikin. Ew dayik ji xwe dipirse ku 'edalet li ku ye, ketiye binê erdê. Qîrîna wê dayikê esasî êşa tevahiya civakê ye. Wê malbatê nerazîbûna xwe bi vî rengî nîşan da. Sekneke hêja û bi rûmet e. Hemû saziyên têkoşîna demokrasiyê, kesayet, partî û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê xwedî li vê têkoşînê derkevin. Divê ew dayik bi tenê neyê hiştin."

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ PIRSGIRÊKÊN XWE DANÎNE ALIYEKÎ, BI ŞENGALÊ RE MIJÛL DIBIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên li ser Şengalê û got, "Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzidiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye? Eger rêveberiya heyî ya Şengalê xwerêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraq çi ji dest bidin? Ya jî ji bo PDK'ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye? Ya jî ji bo Iraqê çi metirsiya xwe heye? Bi hezaran mirov di komkujiyê re derbas bûn, zilm dîtin û ev komkujî, qirkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî hate qebûlkirin. Gelo civakeke bi vî rengî wê çi zerara xwe ji wan re hebe?

Hîn jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatine revandin an jî kolekirin. Eger ez bim, bi navê civaka Êzidî ez ê vê yekê ji hikumeta Iraqê bipirsim. Eger hûn xwe weke dewletê dibînin biçin bi hezaran jin û zarokên hatine revandin bibînin. Ez dipirsim; ey Heyder Şeşo dema ku êriş li ser Şengalê bû te çi berdêl da? Hîn jî bi hezaran jin û zarok winda ne. Biçe wan bibîne. Heman tişt ji bo PDK'ê jî derbas dibe. Van rastiyan hemûyan datînin aliyekî. Dixwazin dîroka Şengalê, bûyerên li wir qewimîne bidin jibîrkirin. Dema ku êriş li ser Şengalê bû ku vê ykeê weke Fermana 73'an pênase dikin, Bexdayê çi kir, PDK'ê çi kir? Ji bo hêzên pêşmergeyan ez naxwazim tiştekî bêjim. Ji ber ku bi fermana PDK'ê hêzên pêşmerge neçar man xwe vekişînin. Kesî tiştek nekir. Gelo çi bû, çima ewqasî diaxivin û daxuyaniyên provokatîf didin. Bi van gotin û daxuyaniyan çi dikeve destê we? Civaka Êzidî ji xwe têra xwe zilm dîtiye. Niha hewl didin hêdî hêdî li xaka xwe vegerin û birînên xwe biçêpin. Yekane tişta ku dixwazin ew e ku bi rengekî azad li xaka xwe bijîn. Ev daxwaz ne ji bo PDK'ê ne jî ji bo Iraqê metirsîdar e.

'BILA PDK Û HIKUMETA IRAQÊ BES CIVAKA ÊZIDÎ TEHRÎK BIKIN'

Di vir de lîstikek û neheqî heye. Beriya her tiştî bila Heyder Şeşo bêje; çend zarok rizgar kirin, çend jin ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Heman pirs ji bo PDK'ê jî ji bo rêveberiya Bexdayê jî derbas dibe. Bila destpêkê hesab bidin civaka Êzidî, dîrokê û mirovahiyê. Ev hemû ji bîr kirine. Tevî ku gelek pirsgirêkên wan hene ku nikarin ji nav derkevin, yekane rojeva wan Şengal e. Ev neheqî ye. Divê ev yek bê gotin. Her wiha ev yek planeke dewleta Tirk e. Encama zext û gefên dewleta Tirk e. Yanî bila dewleta Iraqê nebêje 'Dewleta Tirk zextê dike'. Hûn jî dewletek in, îrade û serweriya we jî heye. Yanî eger rojekê bikevin Bexdayê hûn ê heman tiştî bêjin? Tişta ku hûn divê bêjin wiha ye, 'Ti mafekî we nîne'. Yanî bi gotina dewleta Tirk ji xwe re hincetan peyda nekin. Wê demê ne cidiyeta we ya dewletê ne jî serweriya we dimîne.

Hema tişt ji bo rêveberiya PDK'ê jî derbas dibe. Her devera Başûrê Kurdistanê ji xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Mîna ku ev têrê nake, gelo dixwazin Şengalê jî dagir bike? Armanc ji daxuyaniyên provokatîf û tehrîkkirinê çi ye? Ev hemû şaşitî ne. Bêguman civaka me ya Êzidî li ber xwe dide. Civaka Êzidî di bin êrişên DAÎŞ'ê de jî çiyayê Şengalê neterikand. Lewma îradeya derbasdar îradeya wan e. Bêguman ên ku çûne em wan fêhm dikin. Hinek ji bêçaretî û ji tirsê neçar man biterikînin. Lê belê yên ku li wir man û li ber xwe dan, berdêl dan gelekî girîng e. Niha ew dibêjin ku dixwazin bi rengekî azad bijîn. Dibêjin ku ew hem dewleta Iraqê hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê nas dikin. Di vir de dikarin di çarçoveya hiqûqeke rast de li hev bikin.

Gelo îdîayeke Şengalê ya ji bo têkbirina Bexdayê yan jî Başûrê Kurdistanê heye? Wê demê pirsgirêk çi ye? Timî bi zextên dewleta Tirk hûn ê heta ku biçin? Dewleta Tirk ji xwe bi têra xwe Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Gelo tiştek di destê PDK'ê de maye ku li derveyî îradeya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bêje? Heyf e, guneh e. Vê nekin. Ne tehrîk bikin ne jî bi hincetan vê nêzîkatiya xwe rewa nekin. Hûn jî ew rêveberî ne ku serweriya we heye. Bila helwesteke we, gotineke we jî hebe. Birînên civaka Êzidî taze ne. Hîn jî bi hezaran ji wan winda ne. Li gel van hemûyan dixwazin êşên cuda bi wan bidn kişandin. Bêguman civak vê yekê qebûl nake. Divê hurmet ji wan re bê nîşandan."