Dewlemendiya Îranê bûye milkê serdestan

Li gorî aborînasên Îranî nîvê nifûsa Îranê bê xanî ne û dewlemendî di dest 4 ji 100'î yê nifûsê de ye.

Li gorî malpera Îran News Wîreyê aborînas Ibrahîm Zaraghî got li Îranê xaniyê 41 milyon kes tine.

Aborînas diyar ki, ''2 ji 3 parên Îraniyan divê destheqa xwe bidin kirêyê''.

Zaraghî lê zêde kir, ''66 milyon dikarin bixebitin lê ji van tenê 23 milyon kes xwedî karekî ne''.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî 2013'an dema ku hatibû ser desthilatê gotibû ew ê 30 milyon cihê kar ava bike. Lê bêkarî di nav ciwanan de 22 ji 100'î zêde bû, li gorî gelek jêderan li welêt, ku nifûsa wê 80 milyon e, du ji sê paren gel bi hejarî dijîn. Li gorî aborînasekî Amerîkî rêjeya enflasyonê 260 ji 100'î ye.

Di serdema 5 salan de, ya serokkomariya Rûhanî de dahata Îranê ya ji petrolê û petrokîmyayê 300 milyar dolar bû lê ti peşkên vê li civakê neketin.

Li gorî Zaraghî bi 300 milyarî bi kêmanî 15-30 milyon kargeh dikarîbûn werin avakirin lê gelek atolyeyên biçûk û febrîka ji ber zextên rêveberiya hikûmetê hatin girtin.

Li gorî Zaraghî dewlemendiya Îranê ji nifûsê di dest 4 ji 100'î yê nifûsê de ye û nifûsa mayî ji hêla van ve bilez têne hekarkirin.

Li gorî lêkolîneke ku Reutersê weşandî şîrketên lîderê dînî yê Îranê Elî Hamaney û yên Zêrevanên Şoreşê 50 ji 100'î yê dahata netewî ya ya xeynî ya safî pêk tîne.