‘Destpêkê êrîş kirin, piştre tazî kirin û avêtin odeya sifincî!’

Êşkenceyên ku li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê tên kirin, bênavber didomin. Parêzeran Firat Kaya, ragihandin ku Kaya destpêkê hatiye derbkirin, dûvre hatiye tazîkirin, dûvre li odeya sifincî 24 saetan hatiye rawestandin.

Êşkenceyên ku li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê tên kirin, bênavber didomin. Parêzeran miwekîlê xwe Firat Kaya ziyaret kirin, ragihandin ku Kaya destpêkê hatiye derbkirin, dûvre hatiye tazîkirin, dûvre li odeya sifincî 24 saetan hatiye rawestandin.

Êşkenceyên li Girtîgeha Şakranê ne kêmî yên li Kampa Guantanamoyê ne. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel miwekîlê xwe Firat Kaya yê li Şakranê girtî ziyaret kirin, bal kişandin ku îdareya Girtîgeha Şakranê êşkence kirine karekî asayî. Parêzeran diyar kirin ku sergardiyanê bi navê Erdal piştî ferman daye êşkence li Kaya hatiye kirin û gotinên miwekîlê xwe Kaya wiha ragihandin;

‘BI ÊŞKENCEYÊ TAZÎ KIRIN, AVÊTIN ODEYA SIFINCÎ’

“20.12.2016 saEt 15:00-16:00’an gotin kargo hat û em birin cihê hevdîtina parêzeran. Yek bi yek me li cihê hevdîtinan bi cih kirin. Min jî birin cihê kargoyan û nasname xwestin. Min got, ‘we min wek Firat Kaya ji hucreyê girtiye, ma hûn nizanin ez kî me, her wiha ev vê sepanînê qebûl nakim.’ Li ser vê kesê bi navê Erdal ê em mîna sergardiyan dinasin, fermana êrîşê da. Tevahî êrîşan ev kes organîze dike. Erdal kesekî bi berçavk e, por spî ye û esmer e. Bi pehîn û kulman êrîş kirin. Ez danîm erdê û serê min li erdê xistin, di heman demê de pehîn avêtin serê min. Dema pozê min xwîn bû, ez li korîdorê birim odeyekê. Li wir êşkence domandin. Li odeyê bi copan li serî û nava min xistin. Gelek pehîn li nava min dan. Bi fermana sergardiyan Erdal û bi êrîşkariya 5-6 gardiyanan ev bû. Dûvre ez birim hucreya sifincî ya nimro 9. Li ber hucreya sifincî dîsa êşkence kirin, ez tazî kirim, tevî atlêt û kîlot ez avêtim hucreya sifincî. Li hucreya sifincî ya sar min 24 saetan ragirtin.”

ŞOPÊN ÊŞKENCEYÊ

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Halkin, dan xuyakirin ku çavê çepê yê Firat Kaya bi temamî xemrî bûye, li valatiya zikê wî ya milê çepê êş hene,  paqê wî yê rastê bi temamî nepişî ye, şopeke 2 caran ji dest mezintir lê çêbûye, pişt serê wî û hestiyê hinarikê yê çepê werimiye.