Desthilatdariya AKP-MHP'ê Mûstafa qetil kir

HDP'ê û ÎHD'ê ragihandin ku kujerê Mûstafa Koçak desthilatdariya AKP-MHP ye, ku bi rengekî bêhiqûqî hate girtin û di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirina Mûstafa Koçak ê di rojiya mirinê de daxuyaniyên nivîskî weşandin.

'PIŞTÎ HÊLÎN NIHA JÎ MÛSTFA BI DESTÊ DESTHILATDARIYÊ HATE KUŞTIN'

Daxuyaniya HDP’ê bi sernavê “Mustafa jiyana xwe ji dest da, em xemgîn in, em bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta kujer a desthilatê derkevin û têkoşîna parastina jiyanê bidin” hat belavkirin.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ji bo Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak xemgîn in û wan nikaribûye Mûstafa Koçak ê ji bo edaletê kêlî bi kêlî li ber çavê her kesî bedena xwe heland bidin jiyandin. Di daxuyaniyê de hat gotin Mûstafa Koçak di encama beyanên derewîn ên îtîrfkar de mehkûmî cezakirina muebeta girankirî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku tenê daxwazek Mûstafa hebû ew jî edalet bû û ev edalet nehat temînkirin û ew daxwaza edaletê tenê ne ji bo wî bi xwe bû. Di daxuyaniyê de hat gotin desthilat bûye sedema mirina Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak û desthilat di siyaseta mirinê de israr dike û ew bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta kujer a desthilatê derkevin û têkoşîna parastina jiyanê bidin.

HDP'ê got ew ji Mûstafa Koçak re rehmetê dixwazin û ji malbata wî û xelkê xwe re sersaxiyê dixwazin.

'NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYÊ DIBE SEDEMA MIRINA MIROVAN

Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê jî diyar kir, yên ku bêdelîl bi rengekî nehiqûqî Mûstafa girtin û cezayê muebetê yê girankirî lê birîn, guhê xwe li daxwaza Mûstafa ya darizandina adîl girtin û li mirina wî temaşe kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nêzîkatiya we ya 'bila destpêkê dest ji greva birçîbûnê berdin' destpêkê Hêlîn Bolek niha jî Mûstafa Koçak kuşt. Beriya ku bibe sedema mirina Îbrahîm Gokçek, Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal dest ji vê nêzîkatiyê berdin, daxwazan qebûl bikin û mafê jiyanê biparêzin."