Desteya Bilind a Kurd civîna xwe lidar xist
Desteya Bilind a Kurd civîna xwe lidar xist
Desteya Bilind a Kurd civîna xwe lidar xist
Endamên Desteya Bilind a Kurd li navenda xwe ya li Qamişlo, bi beşdariya piraniya endaman li hev civiyan. Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê diyar kir ku, civîna wan bi armanca piratîzekirina Desteya Bilind a Kurd pêk hatiye.
Îro di demjimêrên sibê de Desteya Bilind a Kurd li navenda xwe ya li Qamişlo hatin cem hev. Civîna ku bi beşdariya piraniya endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Îsmaîl Hemê, Feysel Yûsif, Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed hate lidarxistin bi awayekî ji çapemeniyê re girtî heta demjimêrên nîvro dom kir.
Piştî civîn bi dawî bû endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ku, civîna wan piştî 6 mehan bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û piratîzekirina Desteya Bilind a Kurd ku têkeve xizmeta gelê herêmê de pêk hatiye. Hemê destnîşan kir ku, di civînê de rewşa dawî û mijarên wekî teqînên li Efrîn û bûyerên Amûdê hatin nîqaşkirin. Hemê da zanîn ku, mijarên hatin nîqaşkirin bi awayekî cidî ji aliyê nûnerên herdu meclîsan ve li ser hate rawestandin.
Hemê tekez kir ku, dê ji niha û pêve Desteya Bilind a Kurd erkê xwe pêk bîne û li gorî pêdiviyên demê tevbigere.
Dihat payîn ku Desteya Bilind a Kurd di 8’ê Îlonê de bicive, lê ji ber ku endamên partiyên Azadî, El-Partî û Yekîtî ku nûnertiya ENKS’ê di Desteya Bilind de dikirin nehatin civînê, civîn hatibû taloqkirin.