Desteka aktîvîstên Ewropî ya ji bo Rojava zêde dibe
Desteka aktîvîstên Ewropî ya ji bo Rojava zêde dibe
Desteka aktîvîstên Ewropî ya ji bo Rojava zêde dibe
Koma aktîvîstên Komite Internazionalistak a bavebda wê li Welatê Baskê ye û li gelek welatên Ewropayê rêxistinbûyî ye, çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina Rojava û Kurdistanê dewam dike.
Komîteya ku di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Ewropayê û li bajarê Bîlbao çalakiyan, konferansan lidar dixe, hevpeyvîn û nûçeyan çêdike, li gel 300 vexwînerên ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê, wê li welatên Ewropayê ji bo Kobanê çalakiyan lidar bixe.
Komîteyê ku di çalakiyên xwe de metneke hevpar derxist pêş, ji bo çalakiyên xwe yên di nav çend rojên pêş de werin lidarxistin jî metneke hevpar amade kir û bal kişand ser rola dewleta Tirk a di êrîşên DAIŞ'ê de.
'EM BERXWEDANA DESTANÎ YA GELÊ ROJAVA SILAV DIKIN'
Di metna hevpar a Komite Internazionalistak de bal hat kişandin ser rola Tirkiye, dewletên herêmê û hêzên emperyalîst ên navneteweyî ya di destkkirina DAIŞ'ê de û bêdengiya wan a li pêşberî êrîşan. Hat destnîşankirin ku kêmaniya alîkariyên navneeteweyî û drama mirovahiyê ya ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên li Şengal û Kobanê, rewşeke divê lêpirsîna wê bê kirin e.
Di metna hevpar de, helwesta dewleta Tirk a ku nahêle Kurdistaniyên ji Bakur ên li ser sînor biçin tevlî berxwedana Kobanê bibin, weke mînakek ji hewldana mîlîtarîzekirina Kurdistanê, hat nîşandan.
Di metnê de têkoşîna destanî ya gelê Rojava, bi taybetî jî parastina modela jiyana bi hev re û demokratîk ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hat destekkirin û hat gotin, "Em dixwazin destnîşan bikin ku em piştgiriyê didin. Em piştevaniya xwe û soza xwe ya ji bo gelê Kurd, bi taybetî jî ji bo têkoşerên azadiyê yên li Rojava, careke din dubare dikin."
Komite Internazionalistak, wê di 24'ê Cotmehê roja Înê li Bîlbao'yê bi mijara "Berxwedana Kurdan û li Rojava Rewşa Dawî" konferansekê lidar bixe.