Derket holê ku êrîşkarê Brûkselê zilamê Erdogan e
Derkete holê ku êrîşkarê bi navê Mehemt Gargili yê ku li paytexta Belçîka Brûkselê Sûltan Ûgraş a 66 Salî ji di nava de 3 Kurdistanî birîndar kir, zilamê Receb T. Erdogan e.
Derkete holê ku êrîşkarê bi navê Mehemt Gargili yê ku li paytexta Belçîka Brûkselê Sûltan Ûgraş a 66 Salî ji di nava de 3 Kurdistanî birîndar kir, zilamê Receb T. Erdogan e.
Derket holê di bûyera duh a li paytexta Belçîka Brûkselê Sûtan Ûgraş a 66 salî, Mehmût Yaşar Hasan ê ku paşnavê wî nehate zanîn ku bi kêran êrîş kiribû, Mehmet Gargilî yê li ser nifûsa Emîrdag a Afyonê tomarkiriye.
Gargili yê ku zilamê nêzîk ê Serokkomarê Tirk Receb T. Erdogan e, derket holê ku endamê Oxaxa Osmaniyane û demek dirêje ku li Belçîkayê dijî.
Gargili yê ku li ser hesabê Facebookê bi wêneyên Erdogan û “Erê” xemilandî, di dîmenê 29’ê Adarê de parvekirî bang li Tirkiyên li Belçîkayê dijîn kir ku dengê “Erê” bikar bînin. Di nava parvekirinên Gargili de, wêneyên rêveberên saziyên Kurd ên li Belçîkayê jî hene hebûn. Gargil, siyasetmedarên Kurd dike hedef.
Gargili yê ku dema Erdogan û wezîrên AKP’ê dihatin Belçîkayê ji wan re parstin dikir û li gel wan bû, derket holê ku di demê hilbijartina borî de hema karê pravakatoriyê kiribû. Rêveberên HDK-E’yê diyar kirin ku tevî di destpêka hilbijartinê de diyar kiribû ku ev kesayet provakasyonan dike, ji rayedarên Sefaretxaneyê re jî gotibûn, lê tevî hemû hewldanan jî pêşî lê nehate girtin.