Deriyê Xaburê ji bo 24 saetan hat girtin
Deriyê Xaburê ji bo 24 saetan hat girtin
Deriyê Xaburê ji bo 24 saetan hat girtin
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê deriyê sînor yê Başûrê Kurdistanê ji bo 24 saetan ji wesayît û ketin-derketina rêwiyan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê walitiya Şirnexê ve hat dayîn, hat diyar kirin ku li gorî biryara ku hikûmeta herêmî ku ji ber sedema hilbijartinên parlamentoyê ya li Başûrê Kurdistanê pêk tê, girtiya deriyê sînor yê Îbrahîm Xalîl ji îro şûnde 24 saetan dê ketin-derketinan re bê girtin û ji ber vê yekê jî Deriyê Sînor yê Xaburê jî di heman demê de tê bê girtin.