Derheqê cenazeyê gerîla ya bi kargoyê biryara neşopandinê dan

Lêpirsîna derheqê şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Egîd Îpek a bi kargoyê hê du meh jî di ser re nebihurî biryara neşopandinê hate standin.

10'ê Nîsanê Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û dayika Îpek Halîse Aksoy gilih kiribûn.

Di gilih de ku li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû kirin,hatibû gotin peywirdarên 'Serdozgeriya Komarê ya Dersimê'', ''peywira xwe bi xirabî kirine''.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi biryara nerayederiyê dosta ji Serdozgeriya Komarê ya ersimê re hate şandin. Dozgeriyê lêpirsîn bi neşopandinê bi encam kir. Li dijî vê parêzerên dayik Aksoy wê îtîrazê li Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Dersimê bikin.