Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din hate vekirin
Derheqê Serokê Şaredariya Esenyûrdê Ahmet Ozer de ku bi îdîayên bêbingeh hatibû girtin, bi hinceta ‘’fînansmaniya rêxistinê’’ lêpirsîneke din hate vekirin.
Derheqê Serokê Şaredariya Esenyûrdê Ahmet Ozer de ku bi îdîayên bêbingeh hatibû girtin, bi hinceta ‘’fînansmaniya rêxistinê’’ lêpirsîneke din hate vekirin.
Serokê Şaredariya Esenyûrd a Stenbolê Ahmet Ozerbi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ hatibû girtin. Hate zanîn ku di çarçoveya “Qanûna hejmar 6415’an de ya pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê’’ de derheqê Ozer de lêpirsîneke nû hatiye vekirin.
Li gorî nûçeya Îsmaîl Saymaz ê nivîskarê Halk TV’yê, di çarçoveya vê lêpirsînê de lêkolîna malî hatiye destpêkirin. Hate zanîn ku hem qeyûmê hatî tayînkirin, hem mufetîşên Wezareta Karên Hundirîn û hem jî Dozger Can Tûncay lêkolîna malî ya berbehs bi rê ve dibin.
Hate zanîn ku îhaleyên piştî hilbijartina Ozer hatine kirin, wê werin lêkolînkirin.