Li Strasboûrgê duh civîneke gel a bi mijara 'demokrasî, laîktî û Îslamofobî' hat lidarxistin. Nivîskarê rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan di axaftina xwe ya li civînê de destnîşan kir ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê derî li demeke nû veke.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê DÎDF'ê bi mijara 'demokrasî, laîktî û Îslamofobî' civîneke gel lidar xist. Nivîskarê rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan weke axaftvan beşdarî civînê bû. Çaralan anî ziman ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê mizgîniya demeke nû be û got, "Bi awayekî xurt derbasbûna ji benda hilbijartinê wê derî li demeke nû veke."
Çaralan da xuyakirin ku AKP'ê ji dema destpêka desthilatdariya xwe û vir ve hemû saziyên dewletê xistiye bin kontrola xwe û got, "Niha jî ji bilî girêdana her tiştî bi Erdogan ê li Qesrê re, soz û wehda tiştekî nadin gel."
Çaralan ji bo provokasyona li Tendurekê jî got, "AKP û desthilatdariya Erdogan dek û dolaban digerînin ku maseya çareseriyê bi ser Kurdan de hilweşînin." Çaralan bal kişand ser helwestên neyînî yên AKP û lîderên wê yên li dijî Kobanê û tevahiya Rojava û anî ziman ku hebûna Îslamofoî li Ewropayê nû nîne. Çaralan ragihand ku dagirkirina Spanyayê ji aliyê artêşên Îslamê ve, pêkanînên barbar ên rêxistinbûyînên mîna DAIŞ'ê, di demên dawî de bingeha vê yekê xurt kirine.
Civîna gel, piştî axaftina Çaralan bi şêweyê pirs û bersivê dewam kir.
BANGA TEVLÎBÛNA LI ŞEVA PIŞTEVANIYA HDP'Ê YA DI 3'Ê GULANÊ DE
Di civîna gel de hat ragihandin ku di 3'ê Gulanê de wê li bajarê Fransa Selestatê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag şeva piştevaniya HDP'ê were lidarxistin û banga tevlîbûna girseyî hat kirin.