Derbarê dosyeya Garîbe Gezer biryara ‘neşopandinê’ hate dayîn

Derbarê dosyeya tecawiz û êşkenceya li ser Garîbe Gezer a ku li girtîgehê hatibû qetilkirin, biryara neşopandinê hate dayîn.

Derbarê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de hatibû qetilkirin, berê jî ji ber êşkence û tecawiza li ser wê lêpirsînek hatibû destpêkirin. Parêzerên malbata Gezer li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Bêrîtan Kalbîşen û Veysî Eskî tevlî civînê bûn.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn diyar kir cara pêşîn dema Garîbe Gezer li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê bûye, xwe gihandiye wan û got “Wê demê Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya çûn serdana Garîbe Gezer. Me bihîst ku sewqî Kandirayê hatiye kirin. Wê demê em hîn bûn ku di 21 û 24’ê Gulanê de û di 6’ê Tîrmehê de Gezer xistine odeya bi sîngerê û êrişa zayendî li Gezer hatiye kirin û me giliyê sûc kiribû. Lê piştre derbarê vê dosyeyê biryara neşopandinê hate dayîn. Di dosyeyê de gelek delîl hene.  Garîbe dema bi birayê xwe re axiviye û qala her tiştî kiriye. Lê ev tişt nayên nirxandin. Di qeydên kamerayê de yên ku ji me hatiye veşartin, nehatiye nivîsandin ku Garîbe li erdê hatiye kaşkirin. Dozger di vê dosyeyê de ji bo Dûrmûş Ay nameyek nivîsandiye û ev tişt xistiye nav delîlan. Dûrmûş Ay kesekî kujer e. Tê diyarkirin ku ji A blokê notek hatiye û di notê de nimûneya avika mêran tê xwestin. Nameyeke wisa qirej xistine nav delîlên dosyeyê. Ligel van tiştan biryara neşopandinê hatiye dayîn. Ev biryar di dîroka hiqûqê de biryareke rûreş e.”

Parêzer Jiyan Tosûn jî diyar kir wan xwestine li odeya bi sînger lêkolîn were kirin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin.

Parêzer Bêrîtan Kalbîşen jî diyar kir ku li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye û got “Ji bo wergirtina dosyeyê em çûn Kandirayê. Ji bo ku heqîqet were derketin delîlên herî girîng qeydên kamerayê ne lê qeydên kamerayê nedane me. Piştî demeke dirêj gotin CD’ya dîmenan şikestiye lê çawa şikestiye diyar nekirin. Herî dawîn dîmenek dan me bi tenê 2 deqîqe ye. Em nizanin bê ka dîmenên wexta êşkenceyê ne yan na. Ji serî heta binî bêhiqûqtî heye. 

‘ÎFADEYA TEPELÎ NEHATE STENDIN’

Parêzer Veysî Eskî jî diyar kir ku Denîz Tepelî kesa herî nêzikî Garîbe Gezer e û got “Îfadeya Tepelî tê stendin lê li odeya SEGBÎS’ê dozger gelekî xerab nêzî Tepelî dibe. Tepelî diyar dike di van şertan de wê îfadeyê nede. Îfadeya şahid nayê stendin lê biryara neşopandinê tê dayîn. Tepelî ji bo stendina îfadeya xwe 5 rojan kete greva birçîbûnê lê ligel vê jî dozger îfade nestend.”

Eskî diyar kir ew ji bo jiyana girtiyên bi navê Seher Orçû, Husna Kiliç, Denîz Tepelî, Bahar Demîr û Resmiye Ustunsever jî di fikaran de ne û got “Girtîgeh li ser van kesan jî zextan dike. Dibe ku aqûbeta wan jî bibe wekî ya Gezer. Psîkolojiya Tepelî gelekî xerab e. Berpirsê tecrîdkirina van jinên girtî Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê ye.”