Dêr ji nêz ve bi hilbijartinên Herêma Kurdistanê re eleqedar e

Dêr ji nêz ve bi hilbijartinên Herêma Kurdistanê re eleqedar e

Patrîkê Dêra Keldanî Babîl S.B. Louis Raphael I Sako bang li namzetên Xiristiyan ên tev li hilbijartinên parlamenta Başûrê Kurdistanê dibin kir û ji wan xwest, ku ji bo pêşî li koçberiya Xiristiyanan bê girtin, derfet û qadên kar biafirînin.

Bi wesîleya hilbijartinên roja Şemiyê Patrîkê Dêra Keldanî Babîl S.B. Louis Raphael I Sako bang li namzetên Xiristiyan kir û ji wan xwest ku mafên welatîbûnê derxîne pêş, ji bo başkirina binesazî û xizmetên gund û bajaran bixebitin. Sako di peyama xwe ya li Agence Fides de bang li namzetên Xiristiyan kir ku ji bo pêşî li koçberiya Xiristiyanan bê girtin, derfetên kar biafirînin.

BANGA 'BILA KONSEYA SIYASÎ YA XIRISTIYANAN AVA BIBE'

Patrîk, ji bo hilbijartinên neteweyî yên li gelemperiya Iraqê di sala 2014'an de pêk were jî pêşniyar kir ku "Konseya Siyasî ya Xiristiyanan" bê avakirin.

Herêma Kurdistana Federal ji bo nûkirina parlamenta ji 111 kursiyan, wê di 21'ê Îlonê de hilbijartinan pêk bîne. Dê bang were kirin ku 2 milyon û 803 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan.

Radyoya Vatîkan di wê baweriyê de ye ku şikestîna navbera her du partiyên bingehîn PDK û YNK'ê, dikare partiyên Îslamî yên heta roja îro li mûxalefetê bûne, teşwîk bike.