Der heqê Elîsa de biryara dersînorkirinê hat rakirin
Der heqê Elîsa de biryara dersînorkirinê hat rakirin
Der heqê Elîsa de biryara dersînorkirinê hat rakirin
Der heqê dersînorkirina welatiya Fransî Elîsa Coûvert de, ku di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de bi awayekî bê huqûqî hatibû binçavkirin, 1. Dadgeha Îdarî ya Enqerê biryareke mînak da. Dadgehê, parêzer Gulîzar Tûncer mafdar dît ku ji bo betalkirina karûbarên dersînorkirina Coûvert û rawestandina pêkanîna vê biryarê serî li dadgehê dabû. Dadgehê biryara "Karûbarên dersînorkirinê dikare rê li ber zerarên neyên telafîkirin veke" û di 19'ê Tebaxê de bi yekdengî biryara betalkirina biryara dersînorkirinê da. Bi vî rengî Elîsa Coûvert dê karibe bi awayekî azad were Tirkiyê. Parêzer Tûncer da xuyakirin ku biryar duh jê re hatiye ragihandin û ji ANF'ê re diyar kir ku vê yekê hêvî daye wan.
DI ŞAXÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ DE TEWANBARIYA SÎXURIYÊ
Xwendekara Sorbonne Elîsa Coûvert ku ji bo lîsansa xwe ya bilind hatibû Tirkiyê li ser mijara "Kurdên piştre hînî Kurdî bûne" teza xwe amade dikir. Coûvert di heman demê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) weke dilxwazekê dixebitî û di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de dema ji gaza polîsan direviya xwe li avahiya SPD'ê girtibû û di serdegirtineke ji nişka ve ya li vê derê hatibû binçavkirin. Herçend Coûvert hewl da derdê xwe bîne ziman jî, ew birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Stenbolê. Mîna gelek biyaniyên ji derveyî welat hatine Tirkiyê Coûvert jî bi sîxuriyê hat tewanbarkirin û tevî ku li dozgeriyê serbest hat berdan jî, Muduriyeta Şaxê Biyaniyan ew bir Şaxê Biyaniyan a Kûmpkapi, ku li vê derê biyanî di şert û mercên nebaş de tên ragirtin.
ELÎSA BI LEZ Û BEZ HAT DERSÎNORKIRIN
Ji parêzerên ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulîzar Gûncer gava pê hesiya ku Coûvert di şertên nebaş de tê ragirtin ket nava tevgerê û li hemberî vê pêkanîna neheq, ji bo ji vê derê were derxistin serî li 7. Dadgeha Îdarî ya Stenbolê da. Dema Tûncer li benda biryara dadgehê bû, vê carê Wezareta Karên Hundir di 22'ê Hezîrana 2013'an de biryar da ku Coûvert were dersînorkirin. Her çend parêzer Tûncer ji bo betalkirina dersînorkirina Coûvert serî li 1. Dadgeha Îdarî ya Enqerê da jî, Coûvert bi awayekî bê huqûqî bi lez û bez hat dersînorkirin. 7. Dadgeha Îdarî ya Stenbolê biryar da Coûvert ji şaxê biyaniyan bê derxistin, lê dereng mabû. Ji ber ku Coûvert ji mêj ve şandibûn Fransayê.
EV BIRYAR DÊ JI BO BIYANIYÊN DIN BIBE MÎNAK
Di 19'ê Tebaxê de 1. Dadgeha Îdarî ya Enqerê mora xwe avêt binê biryareke nû ya mînak. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Tûncer a ji bo betalkirina karûbarên dersînorkirinê mafdar dît û diyar kir ku "karûbarê dersînorkirinê dikare rê li ber zerarên nikaribin bên telafîkirin veke" û biryara betalkirina bicihanînê da. Tûncer anî ziman ku biryar di 18'ê Îlona 2013'an de jê re hatiye ragihandin û diyar kir ku ev biryar bi qasî biryara 7. Dadgeha Îdarî ya Stenbolê hêviyê dide wan. Tûncer ragihand ku muwekîla wê Elîsa Coûvert dikare bi awayekî azad vegere Tirkiyê û destnîşan kir ku ev biryar di heman demê de ji bo biyaniyên li şaxê biyaniyan tên ragirtin, dikare bibe mînak.