Der heqê Agar, Şahîn û Eken de daxwaza cezayê bê dawî

Der heqê Agar, Şahîn û Eken de daxwaza cezayê bê dawî

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber qetilkirina Muduriê Nifûsê yê Navçeya Altindagê Abdûlmecît Baskin de, tevî Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkût Eken der heqê 12 kesan de gilîname amade kir û gilîname ji aliyê 13. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ve hat qebûlkirin.

Di gilînameya Dozgeriyê Komarê Mûstafa Bîlgîlî de, ku bi xala 19. a 'Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê' re erkdar e, hat ragihandin ku Abdûlmecît Baskin di 30'ê Îlona 1993'an de hatiye revandin, bi çekê hatiye qetilkirin û cesedê wî di 3'ê Cotmeha 1993'an de li ser rêya Enqere Haymanê hatiye dîtin.

Di gilînameyê de, Mudurê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Kemal Agar, Serokê Daîreya Tevgera Taybet ê hingî Îbrahîm Şahîn, Korkût Eken ê di wê demê de li daîreyê wezîfedar bû, Polîsên Tevgera Taybet Ayhan Çarkin, Ziya Bandirmalioglû, Ayhan, Akça, Ercan Ersoy, Seyfettîn Lap, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Ûgûr Şahîn û Alper Tekdemîr weke "gumanbar" cih girtin.

Der heqê bersûcan de li gorî TCK ya bi hejmara 765'an ku hingî di meriyetê de bû, ji ber tawana "Di çarçoveya xebatên rêxistinbûyîna çekdarî ya ji bo tawanê de mirov kuştine, beşdarî bûyera mêrkujiyê bûye" cezayê "bê dawî yê girankirî" hat xwestin.