Der barê Yuksekdag û Başaran de biryara 'anîna bi zorê'

Dadgeriya Tirk, di biryara 'anîna bi zorê' ya Yuksekdag de israr kir û têkildarî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê de jî biryara 'anîna bi zorê' da.

Doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir.

Yuksekdag tevlî rûniştina dozê nebû. Parêzerê wê Kemal Maçoglû diyar kir, muwekîla wê Yuksekdag parlamenter e, biryara rakirina destnedanê biryareke li dijî Destûra Bingehîn e û siyasî ye. Parêzer Maçoglû got, "Ji ber ku destnedana muwekîla min dewam dike, li dijî wê nabe ku biryareke anîna bi zorê yan jî tedbîreke bi vî rengî bê girtin. Lewma ez dixwazim, fermana anîna bi zorê were betalkirin."

Dadgeha Tirk ev daxwaz red kir, di biryara 'anîna bi zorê' de israr kir û rûniştina dozê ji bo 16'ê Midjarê taloq kir.

Dadgeha Tirk der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de beriya niha biryara 'anîna bi zorê' da bû.

TÊKILDARÎ BAŞARAN BIRYARA 'ANÎNA BI ZORÊ' HAT DAYÎN

Di vê navberê de, doza têkildarî 82 kesên ku di nava wan de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran heye û di 19'ê Îlona 2015'an de li dijî operasyona leşkeran a li bejahiya Qabilcewsê bûne mertalên zindî, bi rûniştina 9. dewam kir.

Doz li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat û li kesên tevlî dozê bûne hate guhdarîkirin. Heyeta dadgeha Tirk der barê Başaran de ji ber ku tevlî rûniştina dozê nebûye biryara 'anîna bi zorê' da.

Doz taloqî 17'ê Çileyê hat kirin.