Der barê projeya asîmîlekirina Elewiyan de gilî hat kirin
Der barê projeya asîmîlekirina Elewiyan de gilî hat kirin
Der barê projeya asîmîlekirina Elewiyan de gilî hat kirin
Gelê Mamak û Halkevlerî, der barê projeya hevbeş ya Cemaeta Gulen û Weqfa Cem a “camii-cemevi” de gilî kirin.
Gelê Mamak û Halkevlerî derbarê înşaeta hevpar a cemaeta Gulen û Weqfa Cem a “camii-cemevi” û Şaredariya Mamak’ê de li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê Halkevlerî Samut Karabulut pêş gilîkirinê li pêş dadgeha Enqereyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyarkir ku Elewî projeya “camii-cemevi” weke projeya asimilasyonê dibînin û diyar kir ku yên li dijî vê yekê derdikevin jî rastî dijwariya polîsan tên.
Karabulut diyar kir ku cihê avahî lê hatiye çêkirin weke qada qedexe hatiye îlankirin û got, “her çend dayîna destûra çêkirina avahiyê ne qanûnî ye jî, di 6'ê Îlonê de ev destûr hatiye dayîn.
Karabulut bangî li xwediyên projeyê kir û wiha got; “ dest ji vê projê berdin. Di bingehê çêkirina vê projê de xwîna Ahmet Atakan heye.”
Gelê Mamakê jî nerazîbun nîşanî vê projeya ku wê were çêkirin dan û diyarkirin ku bi çêkirina vê projeyê re Elewiyan bi destê dewletê dixwazin asimile bikin.
Piştî daxuyaniyê di derbarê projeya çêkirina “camii-cemevî” û Serokê Şaredariya Mamakê de gilî hatin kirin.