Der barê heyeta bi Erdogan re hevdîtin kirîn lêpirsîn
Der barê heyeta bi Erdogan re hevdîtin kirîn lêpirsîn
Der barê heyeta bi Erdogan re hevdîtin kirîn lêpirsîn
Dozgerê lêpirsîna çalakiyên Parka Geziyê Nazmî Okûmûş, ji bo wergirtina îfadeyên 6 kesên li gel Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan hevdîtin kiriye, ferman da emniyetê.
Dozger xwest îfadeya Sekretera Giştî yê DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, Serokê Odaya Giştî ya Mîmaran Eyup Mûhçû, mîmar Derya Karadag, Serokê Odeya Şubeya Pilansaziya Bajêr ya Stenbolê Tayfun Kahraman, Berdevkê Komeleyên Taxa Beyoglu Cem Tuzu û sekretera Jinan a KESK’ê Canan Çalagan, ku di nava heyeta bi Erdogan re hevdîtin kir de cih girtin, bên girtin. Parêzeran jî bersiveke neyînî dan vê daxwaza dozgeriyê.
Erdogan ê ku di dema xwepêşandanên Gezî de bi heyetê re rûniştî, ji ber gotinên Çerkezoglu aciz bibû û heya demekî hevdîtin terikandibû. Erdogan di dema dixwast ji Sekreterê Giştî yê Odayên Tabibên Stenbolê Ali Çerkezoglu re bêje “Sendikayiyê tund” bi şaşî ji hevsera wî Arzu Çerkezoglu re ev gotin bikaranîbû.