Deqkirina Kurd û Elewiyan bi dawî nabe

Nîşeneya (X)'ê ku ji komkujiya Mereşê ve di bîra Kurdên Elewî de hê zindî ye. Vê carê jî li ser deriyên malên Kurd û Elewiyên Mamakê hatin danîn.

Li navçeya Mamakê ya Enqerê ji hêla kesên nasnameyên wan ne diyar ve li ser deriyê malên Elewî û Kurdan nîşaneya (X)'ê hate danîn. Li ser deriyê hin malên Kurd û Elewiyan ên li Mamakê şevê din nîşane hatin danîn. Wekîlê CHP’ê yê Enqerê Alî Haydar Hakverdî diyar kir li ser malên Kurd û Elewiyan ev nîşane hatine danîn û wiha got, "Bi Serokê Şûbeya PSAKD'ê ya Enerê Alî Ungormuş re li ser van nîşaneyan em bi malbatan re axivîn. Bi fikar in, ji bo ku berpirsyar werin dîtin di zûtirîn demê de divê reyadar tevbigerin. Em ê rê nedin êrîşên bi ser aştî û biratiyê de."