Denîz Poyraz hate bîranîn

Denîz Poyraz a li bînaya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, di 42'yemîn rojbûna xwe de hate bîranîn.

DENÎZ POYRAZ

Denîz Poyraz a di 17 Hezîrana 2021’an de li bînaya Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Îzmîrê hate qetilkirin,bi wesileya 42'yemîn rojbûna wê li ser gora xwe hate biranîn. Li gel endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), malbata Denîz Poyrazê, Dayikên Aşitiyê, endamên ANYAKAYDER’ê, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Herêma Egeyê û rêveberên DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz di merasîmê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Keça min, lê binêre hemû dayik ji bo te hatine vir. Tu ne tenê ewlada min î, tu ewlada hemûyan î. Rojbûna te pîroz be.’’

Kesên beşdarî merasîmê bûn kulîlk danîn ser gora Denîz Poyrazê.