Denîz Gezmîş û hevalên wî li Viyanayê hatin bîranîn

Ji pêşengên tevgera ciwanên şoreşger a li Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan, di salvegera 47'an a darvekirina wan de li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hate lidarxistin û li ber dêra Domê ya Stephansplatzê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Hozan Qamber axivî.

Qamber got, "Doh Denîz û hevalên wî hatin darvekirin, îro jî Kurdistanî û demokratên şoreşger tên kuştin" diyar kir, zîhniyeta AKP'ê kesên weke xwe nafikire, Kurdan, şoreşger û demokratan dikuje û dixe zindanê.

Di çalakiya bîranînê de belavok hatin xwendin û dirûşm hatin qîrîn.