Dengdana li Ewropayê dewam dike

Li Elmanya, Fransa û Norwêcê, bi hezaran hilbijêr çûn ser sindoqan. Dengdan wê vê hefteyê jî bidome.

Li rojavayê Fransayê, dengdan dewam dike. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên danê sibehê hatin bajarê Nantesê, dengê xwe dan.

Kurdistaniyên bi otobus û wesayîtan ji bajarên Saînt Brîeûc, Rennes û Lorîentê hatin, bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Kurdistaniyên hatin dengdanê, terora AKP'ê ya li Brukselê jî protesto kirin.

Nûnerê HDP'ê yê Nantesê Mûhîttîn Kiliç rewşa dawî ya dengdanê nirxand û diyar kir, heta niha 3100 hilbijêr hatine ser sindoqan, ku ev hejmar li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêm e. Kiliç got, "Yên dengê xwe bidin, bila li benda roja dawî nemînin."

Endamê CHP'ê yê Komîsyona Hilbijartinê ya Nantesê Rayîf Topdemîr got, ew li bendê ne 18 hezar hilbijêr li herêma Nantesê dengê xwe bidin û li gorî texmîna wan wê di hefteya dawî de tevlîbûn zêde be. Topdemîr bang li hilbijêran kir, ku di nava hefteyê de dengê xwe bidin.

OSLO

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Stavanger ê Norwêcê û bajarên li ser sînorê Swêdê dijîn, dengê xwe li paytext Osloyê didin. Di dema dengdanê de hin AKP'yiyan ji bo Erdogan dirûşme qîriyan û dema hewl dan provokasyonê bikin, polîsên Norwêcê û wezîfedarên konsolosxaneyê hişyarî dan wan. Bi vî rengî pêşî li bûyereke neyînî hat girtin.

Hilbijêrên li Norwêcê wê di navbera 1-9'ê Nîsanê saet navbera 09:00-21:00 de li Konsolosxaneya Tirkiyeyê karibin dengê xwe bidkin.

ELMANYA

Li paytexta eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê Hannoverê, dengdan dewam dike. Hat ragihandin, duh bi hezaran kesî dengê xwe dane.