Demîrtaş: Dem dema diyalog û muzakereyane

Demîrtaş: Dem dema diyalog û muzakereyane

Hevserokê Giştî yê BDP Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya Meclîsê de li ser çalakiya greva birçîbûnê, têkiliyên Tirkiye, Sûriye û şerê li Îsraîl û Filîstinê axivî. Demîrtaş anî ziman ku çalakiya birçîbûnê deriyê şensek nû li Tirkiyeyê vekiriye û xwest di serî de hikûmet û hemû partî, sazî û dezgehên Tirkiyê ji bo parastina mafê kurdan, aştî û siyaseta demokratîk di nava hewldanan de bin. Demîrtaş ani ziman ku hêj hêj tecrîd bi dawî nebûye û pirsgirêka kurd çareser nebûye. Demîrtaş xwest êdî her kes ji bo aştiyê bixebite.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş li ser geşedanên dawî peyamên girîng dan. Demîrtaş, di destpêka axaftina xwe de meha muaremê pîroz kir anî ziman ku, çalakiya birçîbûnê ku di 12'ê Îlonê de destpê kir û bê mirin bi dawî bû kêfxweşî daye wan. Demîrtaş da zanîn ku, greva birçibunê ji aliyê girtiyan ve ji bo mafê rewa û demokratîk 68 rojan berdewam kir û ji bo hemû kesên ku ketin nava hewldanê spasiyên xwe ji wan re anî ziman û wiha got: "Em ji hemû kesên ku di vê pêvajoyê de cih girtin yek bi yek spasiyên xwe tînin ziman. Girtiyan ji bo mafê xwe yê rewa bînin ziman dest bi çalakiyê kirin. Me berê sedem û armanca çalakiya grevê bi berfirehî anîbû ziman. Çalakî bê mirin bi dawî bû kêfxweşî ye. Lê em xemgînin jî. Her çend ev pêvajo bi dawî bû jî dîsa li derve mirin didome. Vê pêvajoyê ji bo me siyasetmedar û hemû cemaweriyê ve şensek mezin da. Divê em êdî vê şensê baş bikar bînin.”

‘ARMANCA GREVÊ AZADIYA OCALAN Û ZIMAN BÛ’

Demîrtaş destnîşan kir ku, “ Tecrîda ku 16 meh berê destpê kiribû hêj didome. Qedexe û astengiyên li ser ziman hêj didomin. Îşkenceyên li kolanan, astengiyên li pêş parastina ziman û înkara mafê gelê Kurd hemû sedema greva birçîbûnê ye. Armanca grevê Azadiya Ocalan û azadiya ziman bû. Bi soza ku ev daxwaz bên şopandin û bên xwestin dawî li çalakiyê hat. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaza aştiyê ye. Daxwaza muzakereyan daxwaza aştiyê ye. Hevalên me yên ku li girtîgehê bedena xwe dan ber mirinê ji bo mirin bi dawî bibe, şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi riya diyalog û muzakereyê, bi riya siyasetê çareser bibe hevalên me 68 rojan bedena xwe dan ber mirinê. Em hêvî dikin ku her kes vê pêvajoyê baş bixwînin. Girev bi dawi bû divê niqaşên çareseriyê bi dawî nebin.”

'HER KESÎ QEZENÇ KIR'

Demîrtaş xwest tu kes bi feraseta kî bi ser ket? Kê winda kir nêzî mijarê nebin û dawîlêhatina greva birçîbûnê ji bo her kesî serkeftineke û divê êdî ev pêvajoya diyalog û muzakereyan berdewam bike. Demîrtaş xwest ku, êdî hikûmet neyê lîstik û provokasyonan û wiha got: "Dema em hin tiştan ji hikûmetê dixwazin, em naxwazin ku tawîzan bidin. Em dixwazin bêtir ber bi demokrasiyê û aştiyê de gavan bavêje. Em dixwazin gavên aştî, demokrasî û çareseriyê gavan bavêje nava siyasetê. Ger ku hikûmet gavên wêrek û çareseriyê bavêje wê demê em dê heta dawî piştgiriyê bidin."

Demîrtaş da zanîn ku, niha nikarin bêjin pirsgirêk çareser bûye û hêj şer didome û wiha berdewam kir: "Edî dem dema axaftinê ye. Dem dema siyasetê ye. Divê hemû ji ceribîn û dîroka xwe ya nêzîk dersê bigirin."

'DEM DEMA DIYALOG Û MUZAKEREYÊ YE'

Demîrtaş xwest bi lezgîn biryar û gavên ji bo çareseriyê bavêjin. Demîrtaş xwest tu kes hêviyê ji hêzên derve neke û pirsgirêka xwe di nava xwe de bi diyalogê çareser bikin. Demîrtaş da zanîn ku, gelek hêzên ku dixwazin pêvajoyê aloz bikin û şer berdewam bike heye û wiha got: "Gelê Kurd çareserî, aştî û edaletê dixwaze. Divê demek berî demekê daxwazên gelê Kurd li ber çavan bê girtin. Rê li pêşiya siyaseta demokratîk bên vekirin. Rol û mîsyona vê demê pêşxistina siyaseta demokratîke.

‘HÊJAN LI TIRKIYEYÊ MIROV LI KOLANAN TÊN KUŞTIN’

Demîrtaş anî ziman ku, mirov ji ber xwe nakevin grevê û wiha pêde çû: "Ger ku li welatekî mirov têkevin grevê wê demê divê her kes li sîstemê binêre. Hêj benda ji sedî 10 heye. Hêj parastina zimanê zikmakî qedexe ye. Hêj mirov li kolanan tên kuştin. Mirov tên binçavkirin û girtin. Hêj daxuyanî, meş û mitîng tên qedexekirin. Hêj bi bombeyên gazê ava şit û copan îşkenceyê dikin. 10 hezar siyasetmedaran di avên zindanan. Çapemeniya azad digirin. Sansûr li ser çapemeniyê ye. Li Tirkiyeyê çapemenî ne azade. Hêj tenê 3 partî bi tirilyonan ji xezîneyê alîkariyê digirin, lê 30 partiyên din nikarin alîkariyê ji xezîneyê bigirin. Li Tirkiyeyê sîstema parlementeriyê tune ye. Ji ber ku Tirkiye tenê ji aliyê yek partiyê ve tê meşandin."

'JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK DIVÊ HER KES DI NAVA HEWLDANAN DE BE'

Demîrtaş aşkera kir ku, pêwîste hemû partiyên siyasî, dezgeh û kolemeyên li Tirkiyeyê ji bo siyaseta demokratîk têkevin nava hewldanan û têbikoşin û wiha got: "Em ji bo qenalên siyaseta demokratîk vekin, em di nava hewldanan de ne. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û dawî li çekan bên em têdikoşin. Ger ku siyaseta demokratîk pêş bikeve wê demê dê çek jî bêdeng bibin. Kesên ku dibêjin bila nekevin greva birçîbûnê bila destê xwe dînin ser wijdanê xwe. Heta niha ji bo gelê Kurd çi guhertine. Ger ku çapemenî azad be, maf bên parastin wê demê dê demokrasî pêş bikeve. Ger ku siyaseta demokratîk pêş bikeve wê demê dê parlemento bibe qada çareseriyê."

Demîrtaş daxuyand ku, sedema greva birçîbûnê ji bo daxwazên tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe û muzakereya aşkere bê destpêkirin hate destpêkirin."

‘EM DIZANIN DI NAVA AKP’Ê DE KESÊN DI FERQA PÊŞKETINÊN NEBAŞ DE HENE’

Demîrtaş anî ziman ku, hêj nasnameya kurdan tê înkarkirin, hêj mafe statû, nasname û mafê gelê Kurd yên rewa û demoratîk di makeqanûnê de cih nagirin û wiha berdewam kir: "Hêj di navbera makeqanûna 12'ê Îlonê û niha de tu guhertin tune. Em heyecana çareseriyê di hikûmetê de nabînin. Em dizanin ku di nava AKP'ê de kesên di ferqa ku ev pêşketin ne başe hene. Em dixwazin ew kes mudaxaleyi vê pêvajoyê bikin û destûr nedin ku ev pêvajo ber bi xerabûnê ve biçe."

‘HIKÛMET PIŞTGIRIYÊ DIDE ARTÊŞA AZAD YA SÛRIYEYÊ'

Demîrtaş helwesta hikûmetê ya li hemberî Artêşa Azad ya Sûriyeyê jî rexne kir û wiha pêde çû: "Geşedanên li Sûriyeyê vê yekê nîşan dide. Geşedanên li Serêkaniya Kurdistana Rojava nîşana vê yekê ye. Polîtîkayên ku hikûmet dişopîne ji destpêkê ve şaşe. Zarokên li kolanan jî di zanîn ku ev nêzîkatiya mezhep û baweriyan dê bibe sedema şerê kolanan. Em çima li dijî Esadin, ji ber ku mafê kurdan înkar dike. Mafan binpê dike. Tu çima li hemberî Esadî. Ji ber ku tu naxawzî li wir Kurd azad bibin. Niha li sinorê Tirkiye û Sûriyeyê şerekî bênav tê meşandin. Di kontrol û agahiya Wezîrê Navxweyî û Derve de mirovên çekdar di sînor de serbest diçin tên. Hikumeta Tirkiye bi awayek aşkera piştgiriyê dide çeteyên Artêşa Azad ya Sûriyeyê. Arteşa Azad ya Sûriyeyê û Konseya Sûriyeyê bi piştgiriya Hikûmetê tev digere. Kurdên Sûriyeyê ne dijminê gelê tirk û Tirkiyeyê ye. Divê berî her kesî hikûmet piştgiriyê bide kurdan. Desteya Bilind ya Kurdên Suriyeyê divê vexwîne Tirkiyeyê. Divê alîkarî ji wan bê xwestin. Ger ku Rojhilata Navîn ji nû ve bê sazkirin, em nikarin temaşe bikin. Divê em bi riya diyalog û muzakereyan çareser bikin. Di vî alî de em amade ne ku navber kariyê bikin."

DEMÎRTAŞ BANG LI DAVÛTOGLÛ KIR

Demîrtaş xwest Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu êdî alîkariyê ji BDP'ê jî bixwaze û wiha lê zêde kir: "Divê Wezîrê Karê Derve van polîtîkayên şaş baş bibîne. Li Tirkiyeyê piraniya şêniyê li dijî şere. Gelê me li her derê li hemberî şere. Ger ku hewce be dê bertekên xwe li her derê bide xuyakirin. Ev dem ne dema ku Kurdan bikin dijminêheve. Kurd êdî li çar perçeyan bi biryarin ku bi neteweyên din re di nava aştiyê de bijîn û êdî bi tundî li diji şerin. Em dixwazin ku em bi hev re bi ser bikevin. Êdî hiqûqa dagirker û metînger bi dawî bûye. Êdî gelê Kurd jî hiqûqa desthilatariyê qebûl nakin. Pirsgirêka kurdên Sûriyeyê bi tena serê xwe divê neyê nirxandin. Divê bi kurdên Tirkiyeyê ve ji bê girêdan.”

Demîrtaş xwest li hemberî van geşedanên ku navenda wan kurdin bêdeng nemîne û wiha got: "Ez bang li Birêz Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu dikim û dibêjin hem di karê hundir û hem jî dikarê derve de em bi zanistî û bi hev re li çareseriyê bigerin. Kurdan nedin hemberî xwe. Têkiliya kurd û tirkan li ser esasê aştiyê tev bigerin. Bi hestê mirovane, aştiyê tev bigerin û bi hêz û wêrek tev bigerin. Grevên birçîbûnê ji bo polîtîtîkayên Tirkiye û derve deriyên çareseriyê vekirine. Ger ku em vê şensê li ber çavan negirin û em li benda hev û şer bin wê demê em pêşerojek bi rûmet û azad ji zarokên xwe re nahêlin. Em dixwazin em bi hevre bi ser bikevin."

'DIVÊ PIRSGIRÊKA ÎSRAÎL Û FILÎSTIN JI DÎROKÊ QUT NEYÊ DÎTIN'

Demîrtaş li ser şerê di navbera Îsraîl û Filîstinê de jî axivî û wiha berdewam kir: "Em li pişt gelê Filîstinê ne. Em êrîşa Îsraîl ya li dijî Filîstinê şermezar dikin. Em ji gelê Filîstinê jî dixwazin ku bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku nebin yek nikarin Filîstina Azad ava bikin. Em dixwazin Îsraîl û Filîstin li hemberî hev hiqûqek dualî ava bikin û dawî li vî şerî bînin. Em bang li herdu aliyan dikin ku hemwext dawî li çekan bînin.

‘TU BANGA JI BO ÎSRAÎLÊ ÇIMA JI BO TIRKIYEYÊ NAKÎ?’

Demîrtaş banga Serokwezîr Erdogan rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu çima banga ji bo Îsraîlê ji bo welatê xwe nakî. Wê demê kes gotinên te cidî nagire. Ger ku li di welatê de jî zarok bên kuştin û tu vê yekê nebînî wê demê kes baweriya xwe bi te nayne. Ger bêjin Serokwezîrê hesapê Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz nedabin çawa bang me dikin. Em ji bo te bi hêz bikin em van rexneyan li te dikin. Serokwezîrê di nava xwe de ne bi hêz be nikare li derve jî bi hêz be. Em hêvî dikin ku, pêvajoyek nû li Tirkiyeyê destpê bike."