Demîrtaş: Pakêt veguherî pakêta AKP'ê
Demîrtaş: Pakêt veguherî pakêta AKP'ê
Demîrtaş: Pakêt veguherî pakêta AKP'ê
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê pakêta 'demokratîkbûyînê' ya hikûmetê de got, "Em dizanin ne pakêteke awarte ye. Pakêt veguheriye pakêteke AKP'ê." Demîrtaş diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê hikûmet bingeha muzakereyan ava bike û bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin. Demîrtaş got, "Li hucreyeke biçûk muzakere nayê meşandin. Divê dewlet hin cidî û wêrek tevbigere."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi rojnamevanên li Amedê re civiya. Di sohbeta li avahiya BDP'ê ya Bajêr de Demîrtaş der barê rojevê de daxuyaniyên girîng da.
'EMÊ DI NAVA HEFTEYEKÊ DE BIÇIN QENDÎLÊ'
Demîrtaş ragihand ku der barê hevdîtina dawî ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ewê di nava hefteyekê de biçin Qendîlê û got, "Ji bilî agahdarkirinê, em dixwazin li Qendîlê li ser asta heyî ya pêvajoyê biaxivin. Di vegerê de jî dê bi hikûmetê re têkilî bê danîn. Ji bo rewşa xetimandî ya pêvajoyê bê çareserkirin, em di nava hewldanan de ne. BDP'ê rol girtiye ser milê xwe. Di çarçoveya vê misyona xwe de em hewl didin pêşî li pêvajoyê vekin. Serdana Qendîlê jî ji bo çareserkirina vê tengazariya ji ber hikûmetê derketiye holê ye. Emê bi hemû aliyan re li ser mijarê nîqaşan bikin. Naveroka civîna me ya li gel Birêz Ocalan, ji aliyê rayedarê dewletê ve diçe ber destê hikûmetê. Qendîl jî bi rêya me pê dizane."
DIBE KU PAKÊTÊ TALOQÎ MEHA NEYÊ BÊ KIRIN!
Demîrtaş diyar kir ku haya wan ji pakêta demokrasiyê ya hikûmetê nîne û got, "Pakêt, ne bi me ne jî bi Ocalan re parve kirin. Haya Ocalan ji pakêteke bi vî rengî nîne. Nêzîkatiya hikûmetê ya li pakêtê balkêş e. Tuyê bêjî qey dê pakêteke mûcîze aşkera bikin. Rewşeke welê mîstîk tê afirandin; tuyê bêjî qey pakêt ne der heqê Tirkiyê de ye. Eger ji bo gel hatibe amadekirin, çima haya gel jê nîne. Em dizanin ku ne pakêteke awerte ye. Di şûna hesasiyeta pêvajoyê de hesasiyeta partiya xwe li ber çavan digire. Bi vî rengî veguheriye pakêta AKP'ê. Bendewariya me ew e ku bi hemû partiyên karibe li ser li hev bikin were parvekirin û pêşkêşî parlamentê bê kirin. Em dikarî bûn weke AKP-CHP-BDP li ser bixebitiyana û weke pakêteke hevpar a demokrasiyê pêşkêşî parlamentê bikira. Lê bersiv nehat dayîn. Rêbaza amadekirinê jî dûrî ji demokrasiyê ye. Dibe ku piştî dawiya mehê heta dawiya meha neyê bê paşve xistin."
LI HUCREYEKE BIÇÛK MUZAKERE NAYÊ MEŞANDIN
Demîrtaş bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û got, "Ûsilên muzakereyê diyar e. Berî muzakere destpê bike, bingeh tê amadekirin. Divê li dora maseyekê dikaribin nîqaş bikin. Hikûmet gotina "Ocalan enstrumaneke" bikar tîne. Lê li wir nêzîkatiyeke rêzdar heye. Li hucreyeke biçûk muzakere nayê meşandin. Pêwendiya xwe (Ocalan) bi derve re nîne. Bila dewlet wêrek û cidî be. Ti daxwazeke efûyê ya Ocalan nîne. Gotina ku herî zêde jê acize "Apo efûyê dixwaze" ye. Gelekî bi hêrs dibe ji vê gotinê re. Divê şert û mercên muzakereyê bê avakirin. Dibêje, "Ez nikarim li hawizekî vala avjeniyê bikim." Di şûna hêzeke biyanî ya navneteweyî de dixwaze saziyeke şopandinê ji nava Tirkiyê bê avakirin. Divê komîsyona çavdêrî û lêkolînkirina heqîqatan a aliyekî temsîl nake, bê avakirin. Divê rola hakemtiyê bileyze. Ev yek pêdiviyên pêvajoyê ne ku veguhere muzakereyê. Di hevdîtina dawî de ji me re digot, 'Ez van weke daxwazên ferzkirinê danînim holê. Vana şertên neçarî yên muzakereyane. Yê ku bixwaze muzakereyê bike, divê van amade bike. Eger naxwazin hundirê hawiz dagirin, hingî divê kesek avjeniyê ji min nexwaze."
BÊYÎ KU RÎSKÊ BIGIRE SER XWE GELO HIKÛMETÊ PÊVAJOYÊ ÇAWA BI PÊŞ VE BIBE?
Demîrtaş der barê formata nû ya Ocalan pêşkêşî hikûmetê kir de got, "Formata kevin diyalog û avakirina baweriyê bû. Ev yek hinekî bi pêş ket. Ji bo hewldanên heta niha hatine dayîn neyên tinekirin, formata nû pêwîste. Dixwaze diyalog veguhere muzakereyê. Hikûmet bi tirs tevdigere. Hêza siyasî ya Ocalan heye. Ditirsin ku navê Ocalan bilêv bikin, dibêjin eger navê wî jî bilêv bikin, ewê dengan winda bikin. Eger hikûmet rîskê negire ser milê xwe, dê pêvajoyê çawa bi rêve bibe. Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Yek ji afirînerên aştiyê ye. Divê hin cidî û wêrek bin. Bi awayekî din dê pirsgirêk çawa çareser bibe. Dibêje; ji min re gotin em dixwazin aştiyê ava bikin, tu jî rola xwe bileyze. Min jî got ezê bileyzim û min destpê kir. Tuyê bêjî qey ez li ser wan ferz dikim. Min rola xwe lîst, dora gavavêtinê ya wan e. Min got divê têkoşîna çekdarî bi dawî bibe û min ev kir. Bêdengkirina çekan karê min bû, pêşîvekirina li siyaseta demokratîk wezîfeya dewletê bû. Min wezîfeya xwe kir, hikûmet ya xwe nake."
Demîrtaş got, "Hin derdorên hikûmetê dibêjin 'Qendîlê Ocalan binpê kir'. Ocalan dibêje; Min çi got, Qendîlê ew bicih anî. Derveyî min gaveke bi tene jî neavêt. Min got heta 1'ê Hezîranê bi garantiya qanûnî vekişîn dikare temam bibe. Dikarin bi wesayîtan derkevin derveyî sînorê Tirkiyê. Niha hikûmet dibêje gerîlayê dawî dê derkeve derveyî sînor! Yên li serê çiyê wê çawa dakeve? Divê ev bê nîqaşkirin. Daketina ji çiyê pêwendiya xwe bi çareseriya siyasî heye. KCK ne li dijî daketina ji çiyê ye. Eger deriyê çareseriyê vebe, dê dakevin. Em di wê baweriyê de ne ku divê şer bi temamî bi dawî bibe. Emê bi heyecan li benda vê pakêtê nemînin. Veguheriye pakêteke AKP'ê."
SÎNORÊ BEJAHÎ ÇIMA MÎNA SERADÊ EWÇEND QULQULÎ YE?
Demîrtaş bal kişand ser El Nûsra ya bi piştgiriya Tirkiyê êrîşî Kurdên li Rojava dike û got, "Eger El Nûsra ji Tirkiyê piştgiriyê negire, nikare hefteyekê jî li wê derê bimîne. Di nava 3 rojan de erzaqê di destê wan de wê biqede. Sînorên Tirkiyê ji vê re vekirîne. Tu helîkoptera Esad ji ber sînor binpê kiriye dixe xwarinê, lê sînorê te yê bejahî ewçend mîna seradê qulqulî ye. Çete sînorê li gorî dilê xwe bikar tînin. Divê Tirkiye piştgiriyê bide agibesta li wir."
Demîrtaş diyar kir ku ew di mijara destûra bingehîn de zêde xwedî hêvî nînin û got, "Weke partî, bi hêvî em li xebatên destûra bingehîn nanêrin. Komîsyona lihevkirinê nikare destûreke nû ya bingehîn amade bike. Li Tirkiyê çepgirên Musliman û Kurd ji derveyî destûra bingehîn hatine hiştin. Ew li ber çavan nayên girtin."
EV DER WELATÊ KURDAN E
Demîrtaş di mijara perwerdehiya zimanê dayikê de hikûmet hişyar kir û got: “Ev der welatê kurdane. Parçeyeke erdnîgariya Kurdisanê ye. Perwerdeya zimanê dayikê ji tasarufa hikûmetê nîne. Bikaranîna zimanê dayikê mafekî ji welidînê tê ye. Hikûmet asteng dike. Bila hikûmet ji rewşa atengiyê derkeve. Dibêjin ku zarokan bi boykotê dikin amûrê tiştên qirêj. Gelo hun bi sirûdên xwe yên nîjadperest û feraseta yekane zarokan nakin amûr. Qirêjiya siyasetê eve. Ya ku em dikin ne, ya hun dikin qirêjiye. Yên ku zarokan dikin amûrê siyasetê hunin. Em dixwazin pergala perwerdehiyên jî demokratîk bikin. Gelo xwendina sondxawrina nîjadperest demokrastiye. Feraseta asîmîlasyonê qirêjye. Ev 90 sale hun ji zarokên kurdan re dibêjin zimanê we tirkiye, ev qirêjiye. Gelê me ev boykot kiriye. Walî çûne dibistanan gotine divê hun BDP’ê şermezar bikin. Hun nekarin li merciya walitiyê runin û partiyên şermezar bikin. Yên ku partiya min şermezar dikin, ez jî ji vir şermezar dikim. Hun Walîne, ne serokên AKP’ê ne. BDP’ê çi biryar girtiye te eleqeder nake. Ger dertê we hebe biçe îstîfa bikin û tevli AKP’ê bibin. Hun neçarin wek hev nêzî partiya bibin. Roj bê dê li vî welatî perwerda zimanê dayikê hebe. Emê bikin. Emê bi dibistan û weqfan bidin destpêkirin. Emê nîşan bidin ku qiyamet naqete û welat parçe nabe. Dema ew roj bê îro kesên li dijî vê dertên dê derkevin û bêjin me çi kir. Berdevkê hikûmetê jî di serî de. Hemû qedexe bûn me kirin. Bi daxwaza we nebûn. Emê bi zimanê dayikê perwerdê pêk bînin. Wê rojê jî dê bêjin me kiriye.
Demîrtaş destnîşan kir ku der bi awayekî neyînî nêzî daxwaza muzakeriyên Ocalan bibin dê KCK jî biryarên cuda bigire û got: “Ocalan dixwaze pêşiya vê veke. Pakêt nebûye, mifteya pêvajoyê. Rêbaza amadekariya wê û nezelaliya naveroka wê pakêt ji pêvajoyê dur xistiye.
Demîrtaş têkiliya hikûmetê-cematê nirxand û wiha pê de çû: “Bi taybet pirsgirêkên cidî yên midûriyeta polîsan tê jiyîn. Em nabêjin ji kîjan cemaatê ne û belgeyan nagirin. Ger dixwaze piştgiriyê bide pêvajoyê de divê divê pêşî li aliyên li ser navê cemaatê diaxivin bigirin. Ger hikûmet mudaxale neke û cemat bidomîne diyar e ku bi hev re tevdigerin.